CENEVRE - Li Îsvîçre, parlementerên sê partiyên siyasî, ji hikumeta Tirkiyeyê xwest ku guh bide çalakiyên grevên birçîbûnê û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rake. Parlamenteran bang li Hikumeta Federal kir ku di vê mijarê de zextan li Tirkiyeyê bike.
Li Îsvîçre, Parlementera Partiya Sosyalîst (PS) Carlos Sommarrûga, Parlementer û Alîkara Serokê PS yê Cenevre Carolîne Martî, Parlamentera Solîdarîte Jean Burgermeîster, Parlamentera Yeşîller û endama Komîsyona Mafê Mirovan a Kantona Cenevre Jean Rossîaud, li Mala Komeleya li bajarê Cenevre civîna çapemeniyê li darxistin. Ji Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Ramazan Baytar û Mehmet Alî Koçak beşdarî civînê bûn. Parlementeran di civînê de, bang li hikumeta Tirkiyeyê kir ku guh bide daxwazên çalakgerên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger dene.
Parlementera Solîdarîrtê Jean Bûrgermeîster, diyar kir ku ewê derbarê grevên birçîbûnê de pêşniyarname bidin Meclîsa Kantona Cenevreyê û got: “Em ji Meclîsa Kantonê bixwazin ku zextê li Tirkiyeyê bike.”
‘MAFÊN MIROVÎ YÊN HERÎ BINGEHÎNIN’
Parlamentera Yeşîller û endama Komîsyona Mafê Mirovan a Kantona Cenevre Jean Rossîaud jî, da zanînku di serî de gelê Kurd û hemû mûxalîf û hindikaniyên Tirkiyeyê rastî zextên mezin tên û wiha axivî: “Daxwaza çalakgerên di grevên birçîbûnê de, mafên mirovî yên herî bingehînin û divê bên bi cih anîn.”
‘DIVÊ CIHÊKARÎ BI DAWÎ BIBE’
Parlementer û Alîkara Serokê Partiya Sosyalîst a Cenevre Carolîne Martî jî, destnîşan kir ku ji bo ku li Tirkiyeyê mafê mirovan pêş bike û cihêkariya li dijî Kurdan û beşên cuda bên rakirin, divê piştevaniya li Tirkiyeyê û Îsvîçre bê pêşxisstin. Martî, anî ziman ku pêdivî heye ku piştevaniyên wiha bên xurtkirin.
‘DIVÊ ŞERT Û MERCÊN OCALAN JÎ BÊN SERERASTKIRIN’
Parlementera Partiya Sosyalîst (PS) Carlos Sommarrûga, da zanîn ku divê şert û mercên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bên sererastkirin û îzolasyona li ser Ocalan bê bidawîkirin. Sommarrûga, anî ziman ku li Tirkiyeyê di hilbijartina herêmî de destê Tayîp Erdogan lewaz bû û wiha got: “Di pêvajoyek wiha de divê Hikumeta Îsvîçre zextê li Tirkiyeyê bike ku zextên li ser mafên mirovan rake. Emê di vê mijarê de pêşniyarname bidin Wezareta Karê Hûndir.”