STENBOL – Li ser îtîraza AKP’ê li 10 navçeyên Stenbolê jimartina ji nû ve bi dawî bû. Li 7 navçeyan jî jimartin didome. Li 2 navçeyan jî hêj jimartin dest pê nekiriye. Hat zanîn ku li gorî rewşa heyî Ekrem Îmamoglu bi ser ferqa 20 hezar deng li pêş e.
Li Stenbolê encama hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê pêk hat nîqaş û jimartina ji nû ve didome. Li Stenbolê namzetê CHP’ê Ekrem Îmamoglu bi ser ketibû. AKP’ê îtîrazî encama hilbijartina li hin navçeyan kir. Li 10 navçeyan jimartina dengan a ji nû ve bi dawî bû. Li 7 navçeyan jî jimartina ji nû ve didome. Li 2 navçeyan jî hêj jimartina ji nû ve dest pê nekiriye. Parlamenterê CHP’ê Ozgur Karabat got li hin navçeyan jimartina ji nû ve bi dawî bûye û li gorî encamên nefermî yên niha Şaredarê Bajarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi ser ferqa 20 hezar deng re li pêş e.