BEDLÎS – Lîjneya Hilbijartinê ya Tetwanê îtîraza HDP’ê ya li dijî encama hilbijartinê red kiribû. Li ser vê yekê HDP’ê îtîrazî Lîjneya Hilbijartinê ya Bajêr kir.
Li Tetwanê ji bo 2 hezar û 276 dengên hatin betalkirin ji nû ve bên jimartin, HDP’ê serî li Lîjneya Hilbijartinê ya Navçeyê dabû. Lîjneya Navçeyê serlêdanê red kiribû. Li ser vê yekê HDP’ê bi heman hêcetê îtîrazî Lîjneya Hilbijartinê ya Bajêr kir. Di navbera HDP’ê û AKP’ê de 275 deng ferq hene.
ENDAMÊ CHP’Ê JÎ ÎTÎRAZA HDP’Ê RED KIR
Hat zanîn ku endamê Lîjneya Hilbijartinê yê Navçeyê yê CHP’ê jî di redkirina îtîraza HDP’ê de dengê red bikar aniye.