ŞIRNEX - Li navçeyên Cizîr, Hezex û Sîlopî, rojbûna 70’emîn a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat pîrozkirin û di pîrozbahiyan de hat xwestin ku demildest tecrîd rabe.
Li navçeyên Cizîr, Hezex û Sîlopî yên Şirnexê 4’ê Nîsanê roja ji dayîkbûna 70’emîn a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Li Cizîrê, roja ji dayikbûna Ocalan li baxçeyê avahiya HDP’ê ya Navçeyê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de, pasteya nivîsa “Rojbûna te pîroz be” birrîn. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û Dayikên Aştiyê paste birrîn.
ÎMÎR: TECRÎD PÊŞEROJA GELAN TARÎ DIKE
Parlementer Îmîr di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: “Birêz Ocalan 70 saliya xwe tije kir û 20 salin li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Ocalan ji bo azadiya gelan tim têkoşiya. Tecrîda li ser Birêz Ocalan pêşeroja gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn tarî dike. Ramanên Ocalan ji bo gelan ronahiye. Em vê rojê, berî her tiştî diyarî hevalên xwe yên li dijî zilmê û tarîtiyê li ber xwe didin, dikin. Tu bi xêr hatî Birêz Ocalan. Rojbûna te pîroz be.”
SÎLOPÎ
Rêxistina HDP’ê ya Sîlopî jî, bi heman armancê li avahiya partiyê rojbûna Ocalan pîroz kir. Dayikên Aştiyê yên pasteya rojbûna Ocalan birîn, bal kişandin ser rewşa girtiyên di grevên birçîbûnê de û xwestin tecrîd bê rakirin. Dî pîrozbahiyê de bê navber dirûşmeyên “Rojbûna te pîroz be ey Serok”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî serok Apo” hatin berzkirin.
HEZEX
Li Hezexê jî, Rêxistina HDP’ê li avahiya partiyê rojbûna Ocalan pîroz kir. Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn û paste birîn. Di pîrozbahiyê de, hat xwestin ku 4’ê Nîsanê bibe wesîleya aştiyê û dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin.