MÊRSÎN – Danişîna Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş a li Mêrsînê hat taloqkirin.
Hevserokê Gitşî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji ber axaftinek li Mêrsînê kiribû bi îdaya “rêxistina esker û polîsên dewletê biçûk xistiye” û “Heqaret li Serokwezîr Ahmet Davutoglu yê wê demê kiriye” doz lê hatibû vekirin. Danişîna 9’emîn a dozê li 14’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Mêrsînê hat dîtin. Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin bi rêya dîmen beşdarî danişînê nebû. Parêzerên Demîrtaş di danişînê de amade bûn.
Parêzeran parastina miwekîlê xwe Demîrtaş kir û xwestin miwekîlê wan ne bi rêya dîmen lê li salona danişînê amade be û beşdarî danişînê bibe.
Heyeta dadgehê bi boneya kêmasiyên dosyeya dozê temam bibe danişînê taloqî 13’ê îlonê kir.