AMED – Danişîna doza Parlamentera HDP’ê ya Amedê ya berê Çaglar Demîrel a girtî tê darizandin hat dîtin. Daxwaza berdana Demîrel hat redkirin.
Danişîna ewil a doza Parlamentera HDP’ê ya Amedê ya berê Çaglar Demîrel ku bi îdaya “Gel arasteyî kîn û dijminiyê kiriye”, “Li dijî qanûna meş û civînan tevî hişyariyê belav nebûye”, “Endamtiya rêxistinê” û “Propaganda rêxistinê kiriye” tê darizandinê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.
Parêzerên Demîrel, Reynan Yalçindag Baydemîr, Mesût Beştaş û Şeyhmus Bayhan beşdarî danişînê bûn. Demîrel mazereta xwe nîşan da û bi rêya dîmen beşdarî danişînê nebû.
Dozger xwest Demîrel girtî bê darizandin.
Parêzeran parastina miwekîla xwe kir û gotin ew tev li mutalaya dozger nabin. Parêzeran xwest miwekîla wan bê berdan.
Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran a berdanê red kir û danişînê taloqî 14’ê gulanê kir.