ŞIRNEX - Hevşaredarên HDP’ê yên Sîlopî Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk ên ji sedî 74 dengan şaredarî qezenc kirin, mezbatên xwe girtin.
Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên navçeya Sîlopî ya Şirnexê Adalet Fîdan û Suleyman Şevlûk ên di hilbijartina herêmî de ji sedî 74 deng girtin û şaredariya di destê qeyûm de qezenc kirin, mezbatên xwe girtin. Hevşaredar Şavlûk û Fîdan bi HDP’iyên Meclîs û Meclîsa Giştî ya Şaredariyê qenc kirin re hatin Lijneya Hilbijartin ya Navçeyê ya li Edliya Sîlopî, mezbatên xwe girtin û wene kişandin.
Hilbijêrên HDP’î dûre hatin ber avahiya partiyê û ji aliyê welatiyan ve bi lêxistian çepik û berzkirina tililiyan hatin pêşwazî kirin. Li vê derê Hevserokê HDP’ê yê Navçeyê Mahmût Evşîn daxuyaniyek kurd da û got: “Em ji bo hemû kesên deng dan me û yên deng nedan me spas dikin. Ev serkeftin a me hemûya ne.”