RIHA - Bavê Firat Karakûrt ê 35 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê deye Sînan Karakûrt, 4’ê Nîsanê roja ji dayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke “Dîroka ji nû ve avabûna gelê Kurd” nirxand û got: “Divê 4’ê Nîsanê bibe sedema şikandina tecrîdê.”
Bavê girtiyê binavê Firat Karakûrt ê 35 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye Sînan Karakûrt derbarê 4’ê Nîsanê roja ji dayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, şikandina tecrîdê û grevên birçîbûnê de axivî. Bav Karakûrt, diyar kir ku bi boneya 4’ê Nîsanê divê gel rabe ser piyan û got: “Divê me xwe bi grevên birçîbûnê re bibin yek.”
‘DIVÊ RÊYÊN DIYALOKÊ DEMILDEST VEBIN’
Karakûrt, bal kişand ser bêdengiya heyî û wiha domand: “Dewletê xwe ker, lal û kor kiriye. Ev rewş pir talokeye. Mûxatabê girtiyên di grevên birçîbûnê de dewlete. Ji ber vê divê rêyên diyalokê bên vekirin. Ez bang li hemû ronakbîr û kesên bi hestiyar dikim ku ji bo vê bikevin nava tevgerê. Ev wisan nabe. Li herêm û Tirkiyeyê 7 hezar girtî di greva birçîbûnê dene û divê daxwazên wan bên pêşwazî kirin.”
‘TECRÎD LI WELAT BELAV BÛYE’
Karakûrt, da zanîn ku Rêberê PKK’ê Ocalan ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn kesayetiyek pir girînge û wiha bilêv kir: “Kesekê wisan girîng nabe ku di sedsala 21’emîn bê tecrîd kirin û ev yek nayê qebûl kirin. Ocalan di encama komploya navneteweyî ede teslîmî Tirkiyeyê hat kirin û ew kirin girtîgeha Îmraliyê. Pergala li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan belav kirin û îro jî li ser gelên Tirkiyeyê bi rêve dibin. Bêdengiya heyî, asta polîtîkayên tecrîdê nîşan dide.”
‘4’Ê NÎSANÊ ZAYÎNEKE’
Karakûrt, anî ziman ku 4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn zayînek û wiha pê de çû: “4’ê Nîsanê ji nû ve avabûna gelê Kurde. Ev dîrok ji bo Kurdan, rojek pîroze. Ev dîrok hebûna gelekê ku ber tunebûnê ve diçû, vedibêje. Ji ber vê li Rojhilata Navîn û cîhanê ev roj ji aliyê bi mîlyonan ve tê pîroz kirin. Divê 4’ê Nîsanê bibe sedema şikandina tecrîdê. Lazime hemû kurd vê rojê rabin ser piyan, azadiya rêbertiya xwe bixwazin û destekek bi hêz bidin girtiyan.”