QERS - Hevserokê HDP’ê yê navçeya Qaxizmenê Yaşar Ozlu di serdegirtina malê de hat binçavkirin.
Polîsan di saetên serê sibê de li navçeya Qaxizmanê yê Qersê bi ser mala Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê navçeyê Yaşar Ozlu de girtin. Polîsan li malê lêgerîn pêk anîn û Ozlu binçav kirin. Ozlu yê hinceta binçavkirina wî nehat zanîn, birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê.