ŞIRNEX - Namzetên Hevşaredarên HDP’ê yên Şirnexê Hişar Osal û Nûrcan Alturk, encama hilbijartinê ya li bajêr ku bi dengên bi hezaran leşker û polîsan anîbûn derket holê weke “Darbeya leşkerî” nirxandin û gotin: “Ligel hemû hîleyan jî em rexendayîna xwe didin gel. Dê têkoşîna me bidome.”
Di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de, ji ber ku qeydên bi hezaran polîs, leşker û cerdevanan anîn bajêr, Şaredariya Şirnexê derbasî AKP’ê bû. Ev hileya AKP’ê di roja hilbijartinê de jî dewam kir. Leşker û polîsên li ser bajêr hatibûn qeyd kirin, bi awayekê komî jî anîn ser sindoqan û deng bi wan dan avêtin. Nemzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Hevşaredarên Şirnexê Hişar Osal û Nûrcan Alturk encamên hilbijartinê yên Şirnexê weke “Darbeya leşkerî” nirxandin û peyama dê têkoşîna wan dewam bike dan.
‘LEŞKER Û POLÎSAN JI GELÊ BAJÊR ZÊDETIR DENG DAN’
Hişar Osal, diyar kir ku roja hilbijartinê leşker û polîsan ji gelê bajêr zêdetir deng dan û wiha axivî: “Berî hilbijartinê jî me bal kişandibû ser vê yekê û me gotibû desthilatdarî amadekariyek wiha kiriye. Bi taybetî di dema qedexeya derketina derve ya li bajêr hat îlankirin de, gelek malbat neçar mabûn ku koç bikin. Ji xwe navenda bajêr a Şirnexê hatibû hilweşandin û mirovên wê ne li vê derê bûn. Şirnex birîndar û mexdûr bû. AKP’ê li ser vê yekê ji bo xwe deng berhev kirin. Lê ligel vê jî em nikarin têkoşîna xwe bi qezenckirin û windakirina hilbijartinekê re bikin yek. Ji bo şaredariyekê, parlamenterekê em di vê partiyê naxwebitin. Têkoşîna me, têkoşîna yekitî, wekhevî, aştî û rûmetê ye. Emê ji vir û şûn de jî têkoşîna xwe berdewam bikin.”
‘EM Ê XWE BINIRXÎNIN’
Oral, da zanîn ku ligel hemû hîleyên dijdemokratîk û pêkanînên heyî ew rexnedayîna xwe didin gelê Şirnexê û got: “Emê dersên mezin ji van encaman derbixin. Emê xwe di ber çavan re derbas bikin. Heta ji me were emê van lîstik û hileyên wan vale derbixin. Gelê Şirnexê xwedî vîna xwe derketiye. AKP’ê heta niha li bajêr tu tişt nekiriye. Emê xwedî gelê xwe derkevin û çi pêwîste emê wê bikin.”
‘EMÊ BI HÊZTIR VEGERIN’
Namzeta Hevşaredariyê Nûrcan Alturk jî, da zanîn ku Şirnex sembola nasname û berxwedana gelê Kurd û wiha axivî: “Ji ber vê yekê desthilatdariyê hemû bala xwe da ser vê derê. Bi hezaran leşker û polîs anîn navenda bajêr qeyd kirin. Li Şirnexê dewletê darbeya leşkerî pêk anî. Hemû kesan jî ev yek dîtin. Dê têkoşîna me berdewam bike. Emê hemû kurte û kêmasiyên xwe derbas bikin û hîn bi hêztir vegerin. Ji bo vê dê tim têkoşîna me dewam bike.”
MA / Bêrîvan Altan