ÊLIH – Li Êlihê, li tax û gundên cuda 25 jinan navê xwe li ber keyatiyê danibû. Ji namzetan 2 jê bi ser ketin. Keyayên bi ser ketin, diyar kirin ku ya bi ser ketiye têkoşîna jinê ye.
Li Êlihê, di hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê de li tax û gundên cuda 25 jinan navê xwe li ber keyatiyê danîbû. Ji evana 2 jê bi ser ketain. Yek ji evana keyaya gundê Xincika Emîne Doksal û ya din jî keyaya Taxa Saglikê Fatma Turkan e.
Li gundê Xincika yek jê jin du kesan navê xwe li be keyatiyê danî. Di hilbijartinê de Emîne Doksal a 26 salî 470 ray û namzetê zilam jî 303 ray girtin. Doksal, bilêv kir ku ew ê bi awayekî wekhev nêzî her kesî bibe û got: "Niha jî dor hat kêmasiyên gund. Ez ê kêmasiyan tespît bikim da em çarese rbikin." Doksal, bilêv kir ku cara ewil e li gund jinek bi ser dikeve û got: "Armanca me tenê ne em hêza xw enîşanî Êlihê bidin, armanca me me ew bû ku em hêza xwe nîşanî her kesî bidin. Jin tim bi nûçeyên cinayet û tacizê ddikevin rojevê. Lê wexta em hêza jinê nîşan bidin em ê karibin rê li ber van pêkanînan bigirin. Tenê bila jin bibin yelk. Wexta bibin yek wê di her tiştî de bi ser bikevin. Me li gundê xwe ev yek pêk anî."
'ŞÊR ŞÊR E Çİ JİN E Çİ MÊR E'
Doksal, anî ziman ku dema behsa keyatiyê tê kirin tenê zilam tên bîra mirovan û got: "Ev şaş e. Ji bo ev yek bi dawî bibe li gund min navê xwe li ber keyatiyê danî û em bi ser ketin. Gotinek heye dibêje 'şêr şêr e, çi jin e çi mêr e.' Yanî wexta jin bixwazin dikarin her tiştî bikin."
'EZ Ê JI BO TAXA XWE BIXEBITIM'
Li Taxa Saglikê ya Êlihê jî 8 kesan navê xwe li ber keyatiyê danîbû. Ji evana 7 jê zilam yek jê jî jin bû. Di hilbijartinê de dayika 6 zarokan Fatma Turkan bi ser ket. Ji 8 azayên Trukanê 4 jê zilam 4 jê jî jin in. Turkan got: "15 sal berê ji Edeneyê hatim bajarê xwe Êlihê. Wexta em nû hatin vira kêmasiyên taxê pir bûn. Ji wê rojê heta niha min pêwendî bi şêniyên taxê re danîn. Ji dawetan bigire heta şînan em bi hev re diçûn. Ji bo taxê min pir soz nedan, lê belê şêniyên taxê xwestin ez bibim keya. Lê di dema pêvajoya hilbijartinê de tenê min soz dabû ku ez ê ji bo zarokan parkekeê çêbikim."
Turkan, destnîşan kir ku herî zêde jinan piştgirî dayê û got: "Êdî naxwazim rûnêm. Ji bo taxê çi ji destê min bê ez ê bikim."
Her du keyayên jin destnîşan kirin ku a bi ser ketiye têkoşîna jinê ye.
MA / Metin Yoksu