WAN - Rojnamevan Nedîm Turfent ku li Girtîgeha Wanê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, bêdengiya heyî rexne kir û got: "Em bi bedenên xwe nûçeyan çêdikin. Çi dibe bila bibe em ê bibin deng û nefesa van mirovan."
Li Girtîgeha Wanê ji 141 girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, yek jî nûçegihanê DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin Nedîm Turfent e. Turfent, 35 roj in di greva birçîbûnê de ye. Turfent nameyek şand, di nameya xwe de bêdengiya heyî rexne kir û got: "Niha roj roja ku em li dor van canan bibin xelek. Negirtina vî destê wan cihê şermeke mezin e."
Nameya Turfent wiha ye:
"Eger kêm zêde hayê wê ji rojeva welat hebe, niha hûn pê dizanin. Lê ez ê binî wê xêz dikim û tînim ziman. Leyla Guven, 148 roj in di greva birçîbûnê de ye. Niha li girtîgehan bi hezaran mirov bedena xwe dane ber birçîbûnê, yanî bedena xwe dane ber mirinê. Niha li vê girtîgehê çalakiya 5 mirovan sed rojî derbas kiriye. Mixabin, ne tiştekî hêsan e. Tu kes nikare mirovên bedena wan dihelin temaşe bike.
EM BEDENÊN BER BI MIRINÊ VE DIÇIN TEMAŞE DIKIN
Ka kêliyekê bifikirin. Beden û canê mirov dihele û em temaşe dikin! Ma ev mimkun e? Na, kes nikare temaşe bike. Heta ên tenê temaşe dikin bêwijdan in. Ma ne wisa ye? Nexwe em hemû sil bibin, çimkî roj bi roj, saet bi saet em bedenên ber bi mirinê ve diçin temaşe dikin.
EM KENGÎ EV QASÎ BÊWIJDAN BÛN?
Em wek civak, wek welat, wek her deng û rengî, wek her baweriyê em kengî ev qasî bêwijdan bûn? Her hal em hay jê nîn in, her roj hêla me ya insanî, wijdanî û ehlaqî kor dibe. Diviya me vi hev re mafê xwe yê jiyanê biparasta, lê me xwe li bêdengiyê daniye. Kesên dixwazin îktîdar û faşîzmê têxin rewşeke sazîbûînê, hêzên civakiyî yên diviya bibûna parêzvanên demokrasî, azadî, heq û hiqûqê, niha barê îktîdarê rast dikin. Li dijî pêkanînên li hemberî qanûna bingehîn û hiqûqê dernakevin û daxwazên wan ên lawaz jî pir sist in.
GUVEN LI BER XWE DIDE, EM JÎ TEMAŞE DIKIN
Partiyên muxalif ên bi rojevên sunî û sixte dixwazin roja xwe derbas bikin, di rojeva îktîdar û faşîzmê de difetisin. Pir aşkere ye, rojeva sereke ya welatê me polîtîkayên şer e. Sedema krîza aborî ya her diçe kûrtir dibe, ew e ku keda civakê ji bo şer tê xerckirin. Lê belê receteya xelasiya welat a ji vê krîz û van belayan aşkere ye. Ji bo vê Leyla Guven, 4 meh in li ber xwe dide, lê em jî temaşe dikin.
TECRÎD WELAT BER BI FELAKETÊ VE DIBE
Tecrîd, domandina polîtîkayên şer, kûrbûna krîza aborî ye. Bidawîbûnna tecrîdê, ji bo aştiyê firsendek e. Bidawîbûna tecrîdê wê tenê rê li ber hevdîtina bi parêzer û malbatan veneke. Li vira dewlet hiqûq û qanûna xwe bin pê dike. Di çend salên dawî de tecrîd vî welatî ber bi felaketê ve bir. Ji bo ev rewş baş bibe, divê dawî li vê pêkanînê bê. Tecrîd, xwîn, hêtir, mirin, xwîn û krîza aborî anî vî welatî. Rawestandina tecrîdê, rawestandina şer e, xelasiya ji krîza aborî ye. Tecrîd, israra ji bo şer e, şer ji bo mirovahiyê şermeke mezin e.
DIVÊ EM BIBIN NEFES
Rojeva sereke ev e. Divê em li dor vê rojevê bibin yek û bibin deng û nefesa Leylayan. Berî mirin zêde bibin, berî texrîbatên mezin rû bidin roj ew e ku em wijdanê raya giştî ji vê pûçbûyînê xelas bikin. Jiyan û hêviya her canî, civak bixwe ye. Mixabin wê destefî bisihêr vê rêveçûyînê ranewestîne. Ê ku vê zilmê bi dawî bike destê me ye. Niha roj roja ku em li dor van canan bibin xelek. Negirtina vî destê wan cihê şermeke mezin e"
Niha saziyên wek CPT û DMME, li dijî hebûna xwe tev digerin. Ya pêk tê bi awayekî aşkere binpêkirina mafan e. Di lîteratura van saziyan de tecrîd, wek çeşneke îşkenceyê derbas dibe. Nexwe divê an xwe fesix bikin an jî demildest mîsyona xwe bi cih bînin. Mirinên çê dibin di mesîliyeta wan de ye. Maê jiyanê, mafê herî bingehîn ên mirovan e. Em bang li van saziyan dikin ku demildest peywira xwe bi cih bînin.
PEYWIRA XWE BI CIH TÎNIM
Peywira herî sereke ya rojnamevanî ew e ku binpêkirinên mafan xuyangtir bike. Peywira rojnamevan ew e ku bibe dengên kesên dengê wan tê tepisandin. Ji be rmafê me yê nûçeçêkirinê ji dest me hatiye girtin, em jî dixwazin bi bedena xwe nûçeya van mirovan çêbikin. Çi dibe bila bibe em ê bibin deng û nefesa van mirovan. Em dixwazin ev mirov bijîn. Roj ew e roj e em bibin deng û nefesa van bedenên her roj dihelin."