* Girtiyên li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa F a Kandirayê ku gotin "Bedêl çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin", bang li gel kirin û gotin: "Dengê xwe li dengê me zêde bikin, em mil bidin milê hevdu û tirsê ji ser xwe bavêjin. Ber bi kuçeyan ve biherikin."
* Hevşaredarê Şaredariya Sêrawê yê berê Abdulkadîr Çalişkan, Hevşaredarê Şaredariya Tûtaxê yê berê Firat Ozturk û Hevşaredarê Bazîdê yê berê Mûrat Rohat Ozbay, 35 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne.
* Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Azad Bariş, diyar kir ku AKP'ê di pêvajoya hilbijartinê de tim behsa pirsgirêka "beka"yê kiriye, sedema vê jî ew e ku xwestiye li bajarên kurdan herêmeke tampon çêbike. Bariş, bilêv kir ku AKP kurdan wekî tehdîdê dibîne û got: "Li Tirkiyeyê me ev hevkêşe xirab kir."
* 81 Karkerên SÎBAŞ Gidayê ji ber ku endamên sendîkayê bûn ji kar hatin avêtin, ji bo vegerin ser karê xwe 97 roj in di çalakiyê de ne. Karkeran xwest raya giştî destekê bide wan û gotin: "Em li vira ne, em ê li ber xwe bidin."
* Rojnamevan Nedîm Turfent ku li Girtîgeha Wanê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, bêdengiya heyî rexne kir û got: "Em bi bedenên xwe nûçeyan çêdikin. Çi dibe bila bibe em ê bibin deng û nefesa van mirovan."
* Girtiyê nexweş Engîn Aktaş ku her du milên wî tune ne û di 2'yê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kir, îdareya girtîgehê girtiyê li cem wî xist odeyeke din.
* Li Edeneyê, bi darê zorê, bi gef û zextên polîsan li zarok û ciwanên kurd sîxurtî tê ferzkirin. Ji van ciwanan Selman Şen, diyar kir ku polîs jê re dibêjin "an tu yê alîkariya me bikî an jî wê ciwantiya te heba bibe."
* Li Êlihê, li tax û gundên cuda 25 jinan navê xwe li ber keyatiyê danibû. Ji namzetan 2 jê bi ser ketin. Keyayên bi ser ketin, diyar kirin ku ya bi ser ketiye têkoşîna jinê ye.
* Dayikên Aştiyê, ji bo bibin dengê girtiyên di greva birçîbûnê de berê xwe dan Enqereyê. lê belê hatin astengkirin û bi zext û zoriyan re rû bi rû man. Dayikan got: "Ji kitanên serê me tirsiyan."
* Înîsyatîfa Deng Bide Leylayê, der barê kurtejiyan û peyamên girtiyên di grevên birçîbûnê de dosyeyek amade kir.
* Şandeya Şopandina Grevên Birçîbûnê, ji bo ku rewşa tenduristiya girtiyan lêkolîn bikin û agahî ji rayedaran bigirin, dê cara 5'emîn Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Tîpa M a Gebzeyê ziyaret bikin. (13.30)
* Hevşaredarên HDP'ê yên ji bo şaredariyên Amedê hatin hilbijartin, dê li avahiya partiyê bi gel re bên gelhev. (15.00)