MÛŞ – HDP ji bo dengên hilbijartinê yên Mûş û navçeya wê Milazgirê ji nû ve bên jimartin serî li Lîjneya Hilbijartinê ya Bajêr dan.
HDP’ê li dijî encama hilbijartina li Mûşê îtîrazî Lîjneya Hilbijartinê ya Navçeya Navendî kiribû. Lîjneyê îtîraza HDP’ê ya Mûşê red kiribû. HDP îtîraza xwe veguhezand Lîjneya Hilbijartinê ya Bajêr. Li bendê ye Lîjneya Bajêr biryarê bide.
Di heman demê de HDP’ê li dijî encamên hilbijartinê ya li navçeya Milazgirê jî îtîrazî Lîjneya Hilbijartinê ya Navçeyê dabû. Lîjneya Hilbijartinê îtîraza HDP’ê red kiribû. Li ser vê yekê HDP’ê îtîraza xwe veguhezand Lîjneya Hilbijartinê ya Bajêr. Li bendê ye biryar bê dayîn.