RIHA – HDP’ê ji bo dengên Wêranşarê ji nû ve bên jimartin serî li Lîjneya Hilbijartina Navçeyê dabû û îtîraza HDP’ê hat redkirin.
HDP’ê li Navçeya Wêranşarê ya Rihayê ji bo deng ji nû ve bên jimartin îtîrazî Lîjneya Hilbijartinê ya Navçeyê da. Îtîraza HDP’ê ji aliyê lîjneyê ve hat redkirin.
Namzetê AKP’ê yê Wêranşarê Salih Ekîncî 37 hezar û 330 deng girtibû. Namzetên HDP’ê yên Hevaşredariya Wêranşarê Hidir Oktay û Roza Yazmaci jî 36 hezar û 573 deng girtibûn. 85 hezar û 376 deng hatibûn bikaranîn. Ji van dengan 6 hezar û 607 deng hatibûn betalkirin.
Yazmaci û Oktay diyar kirin ku ew ê biryara redkirina îtîraza xwe binirxînin û pêwist be dê serî li Lîjneya Hilbijartinê ya Bajêr bidin.