NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê CHP’ê yê TRUK'ê Îsmet Demîrdogen, diyar kir ku TRT Haberê di 57 rojên hilbijartinê de 146 saet û 38 deqîqe di lehê AKP'ê de nûçe çêkiriye û propaganda kiriye.
Endamê CHP'ê û endamê Lijneya Bilint a Radyo û Televîzyonê (RTUK) Îsmet Demîrdogen karyena TRT Haberê derxist. Demîrdogan, anî ziman ku TRT haberê ji 1'ê Sibatê heta 29'ê Adarê di nava 57 rojan de 146 saet û 38 deqîqe di lehê AKP'ê de, 18 saet û 14 deqîqe di lehê MHP'ê de, 164 saet di lehê îtîfaqa Cumhur de weşan kiriye. Demîrdogen, anî ziman ku TRT Haber di heman pêvajoyê de 21 saet û 12 deqîqe ji îtîfaqa Mîlete ji CHP'ê re, 4 saet û 35 deqîqe jî di lehê ÎYÎ Partî de nûçe çêkiriye. Dîsa li dijî CHP'ê 17 saet û 5 deqîqe, der barê ÎYÎ partî de 3 saet û 45 deqîqe nûçe çêkiriye.
Demirdogen da zanîn ku TRT Haberê der barê HDP'ê de jî tenên 36 saniye nûçeyên erenê û 3 saet û 17 deqîqe jû nûçeyên neyînî çêkiriye. Demîrdogen da zanîn ku A Haber, TGRT Haber, 24, Akit TV, TV Net, Uzay Haber, Ulke TV, Kanal 7 û Beyaz TV di lehê îtîfaqa millet de tu nûçe çênikriye. 11 kanal tenê ji bo Îtîfaqa Cumhur nûçe çêkirine.