Mehmet Ocalan: Her bihosta vê axê warê Ocalan e û divê rojbûn bê pîrozkirin

  • rojane
  • 13:40 3 Nîsan 2019
  • |
img

RIHA – Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan bal kişand ser dorpêça gundê Amara ku Ocalan lê hatiye dinê û got: “Rêberê gelê kurd tenê ne li vî gundî hatiye dinê. Li her deverê hatiye dinê. Her bihosta ku çûyê bû warê wî. Ji ber vê yekê divê kurd li her cihê lê ne vê rojê pîroz bikin.” 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsana 1949’an li Gundê Amara ya girêdayî Navçeya Xelfetiya Rihayê hat dinê. Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan bal kişand ser girîngî û wateya 4’ê Nîsanê û greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan didome. 
 
‘TENÊ EM WEK ROJA ROJBÛNÊ NIKARIN BIGIRIN DEST’ 
 
Mehmet Ocalan diyar kir ku 20 sal in tecrîd li ser Ocalan didome û di 3 salên dawî de ev tecrîd li her devera welat belav bûye û divê ewilî gelên Tirkiyeyê tecrîda li ser xwe bişkînin. Ocalan da zanîn ku 4’ê Nîsanê tenê ne wek rojbûna Ocalan divê bigirin dest û got: “Em nikarin wek şexsekî li Birêz Ocalan binêhirin. Ji ber vê yekê ev ne wek rojbûna kesekî divê em wek gelek ji nû ve zindî bû binêhirin. Ocalan bi tunebûnê re rû bi rû maye. Ocalan adeta gelekî ji nû ve wan ji xweliya wan afirand. Ji bo vê yekê divê tu kes wek şexsekî li Ocalan nenihêre. Divê bi çavê nûner û rêberekî li bê nihêrîn û vê rojê wisa pîroz bike.” 
 
‘TEKANE RÊ MEZINKIRINA BERXWEDANÊ YE’ 
 
Mehmet Ocalan bal kişand ser greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan û ji bo tecrîd bê rakirin li girtîgehan 6 kes û li Ewrûpa jî kesek dawî li jiyana xwe anîn. Ocalan da zanîn ku çalakiyên li dijî tecrîdê hatin destpêkirin pirr mezin e û got: “Lê xwedî derketina li çalakiyê gellek qels e. Pergal tenê ne civakê hemû zîhnan jî kiriye bin tecrîdê. Şikandina vê tecrîdê bi mezinkirina berxwedanê pêkan e.” 
 
‘BILA KES BERPIRSIYARIYA XWE NEDE SER MILÊ GIRTIYAN’ 
 
Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê ya sala 2012’an pêk hat bi bîr xist û wiha got: “Birêz Ocalan wê demê jî greva birçîbûnê rexne dikir û digot ‘bila yên derve berpirsyariya xwe nedin ser milê girtiyan.’ Rexne wê demê Serok dikir îro jî derbasdar e. Yên li derve hemû berpirsiyariya xwe dane ser milên girtiyan. Ev terz talûke ye. Divê her kes demildest ji vê xewê şiyar bibe û tişta dikeve ser milê wan pêk bîne. Heke li dijî tecrîdê têkoşîn neyê mezinkirin wê li girtîgehan pêşiya agahiya mirinan neyê girtin.” 
 
‘TIRKIYE HEMÛ DINYAYÊ KIRIYE ŞIRÎKÊ VÎ SÛCÎ’ 
 
Ocalan bêdengiya raya giştî û saziyên navnetewî jî rexne kir û got: “Tirkiye û Ewrûpa li gorî rêzik û yasayên xwe tevnagerin. Divê welatên Ewrûpa ji bo Tirkiye li gorî qanûnên xwe tevger bike hişyar bike. Ancak li holê sûcek tê kirin. Tirkiyeyê hemû dinya kiriye şirîkê vî sûcî.” 
 
‘EM DERSEKÊ BIDIN VÊ ZÎHNIYETÊ’ 
 
Ocalan destnîşan kir ku divê kurd rojbûna Ocalan li Tirkiyeyê û her devera cîhanê veguherîne roja berxwedanê û got: “Îro dewlet nahêle ku gelê kurd bê gundê Serokatiya xwe. Rêberê gelê kurd tenê ne li vî gundî hatiye dinê. Li her deverê hatiye dinê. Her bihosta ku çûyê bû warê wî. Ji ber vê yekê divê kurd li her cihê lê ne vê rojê pîroz bikin. Divê îro dersek mezin li dijî vê zîhniyeta qedexeker û qirker bê dayîn. Bi vê wesîleyê ez 4’ê Nîsanê li hemû gelê kurd pîroz dikim.” 
 
MA / Erdogan Alayumat
 

Sernavên din

05/04/2019
14:02 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:42 Mor Çati: Ji 800 serlêdanan 682 tundî heye
13:37 Serlêdana AKP'ê ya ji bo Buyukçekmeceyê hat redkirin
13:26 Polisan Rojnameger Oktay Candemîr binçav kir
13:15 Li Hezroyê îtîraza AKP’ê hat qebûlkirin
12:54 Hêzên Îranê 4 mexdûrên lehiyê kuştin
12:48 Li Peyasê kesek hat binçavkirin
12:01 Girtiyên di greva birçîbûnê dene: Deng bidin meşa me ya azadiyê!
11:45 Ji bo 72 girtîgehan 72 daxwazname da meclîsê
11:44 Li Londrayê ‘Xelata Azadiya Îfadeyê’ dan rojnameger Dogan
11:35 Wekîla HDP’ê Coşkûn: Divê YSK hiqûqê bi cih bîne
11:18 Li Uskudarê di jimartina duyemîn de 875 dengê Îmamoglu zêde bû
11:15 Serokê YSK’ê Guven daxuyanî da
11:04 Şaredarê Dersimê Maçoglu mazbataya xwe wergirt
10:50 Hevşaredarê Bismilê: Nikarin talankirinê wekî molozan tune bikin
10:32 Li Tetwanê namzetên CHP’ê û SP’ê jî gotin ‘hilbijartina biqisûr’ pêk hatiye
10:31 Lêpirsîn derbarê girtiyên di greva birçîbûnê dene vekirin
10:17 Civaka Îslamî ya Kurdistanê ji bo Rojhilatê Kurdistanê dest bi kampanyayê kirin
10:16 Ewil biryara neşopandinê da pişt re jî doz vekir
10:02 Endama rêveberiya TOHAV'ê Ergul: Divê CPT û NY'ê hêza rêveberiyê pêk bîne
09:51 Dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê dene: Bila êdî dilê dayîkan neşewite
09:43 Greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 149'emîn de ye
09:42 Bav Abdurrahman Atabey: Kurê min ev 100 rojin birçiye
09:41 Malbata wekîlê HDP'ê Tayîp Temel: Bibin dengê çalakgeran
09:40 Koçyigit: Desteyên hilbijartinê di bin wesayeta siyasî ay AKP'ê de ne
09:40 Li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê 69 girtî di greva birçîbûnê de ne
09:39 Di hefteyekê de li xwediyê îmtiyazê yê Ozgur Gundemê 14 doz vekirin
09:36 Baroya Îzmîrê dosyeya tacizê amade dike
09:33 Dê û bavê parêzerê di greva birçîbûnê de: Em bi wan serbilind in
09:31 Li girtîgehê 5 bira di greva birçîbûnê de ne
09:28 Ji malbatekê 3 kes di greva birçîbûnê de ne: Bibin dengê çalakgeran me
09:26 Konûkçû: Xeyaletê 7'ê Hezîranê li ber Erdogan e
09:22 ‘HDP'ê bi stratejiya xwe di siyaseta Tirkiyeyê de rê li demokrasiyê vekir'
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2019'AN
08:28 Di Erdheja li Xarpêtê de li 3 gundan zerar pêk hat
04/04/2019
20:47 Li Xarpêtê erdheja 5.2 pêl pêk hat
17:05 Li Amedê pîrozbahiya hilbijartinê û 4’ê Nîsanê pêk hat
17:04 Li Îranê ji ber lehiya rabû 200 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:32 Li Êlihê destûra daxuyaniya ‘spasiya’ HDP’ê nehat dayîn
16:11 Hevşaredarên Sîlopî, şaredarî ji qeyûm girtin
15:39 Ji Swîsreyê hat Amedê lê hat girtin
15:34 Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê: Dibe ku her kêlî mirin pêk bên
15:06 Li Kaniyahenê ku AKP’ê 19 deng girt îtîraza wê hat qebûlkirin
14:50 Li Bismilê ji bo keyatiyê pev ketin
14:44 Rojnameger Aydin Atay hat birîndarkirin û şelandin
14:38 Ji Îsvîçre bang kirin: Guh bidin grevên birçûbûnê!
14:31 Li 10 navçeyên Stenbolê jimartin qediya: Îmamoglu li pêş e
14:08 HDP ji bo Tetwanê serî li Lîjneya Hilbijartinê ya Bajêr da
13:58 Li Kerboranê ji bilî îtîraza AKP’ê îtîrazê partiyên din hat redkirin
13:50 DMME serlêdanên ji bo Cizîr, Silopiya û Sûrê red kir
13:34 Li navçeyên Şirnexê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin
13:23 Danişîna Demîrtaş a li Mêrsînê hat taloqkirin
13:09 Maçoglu bi hêceta ‘ewlehiyê’ mazbataya xwe wernegirt
13:01 Doza Çaglar Demîrel hat taloqkirin
12:49 Hevşaredarên HDP’ê yên Sîlopî mezbatên xwe girtin
12:40 HDP’ê ji bo encama hilbijartina Wêranşarê îtîrazî Lîjneya Hilbijartina Bajêr kir
12:25 Walîtiyê Îdirê qedexeya 15 rojin îlan kir
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê cara 804’an serlêdan kirin
12:11 Çîçek: Me li Stenbolê dawî li serweriya haramiyan anî
12:03 'Divê 4’ê Nîsanê bibe sedema şikandina tecrîdê’
11:50 Têketina Omer Ocalan a gundê lê ji dayik bûye qedexe kirin
11:33 Kurtejiyana hin çalakgerên greva birçîbûnê hat weşandin
11:23 Çalakliya Leyla Guven di roja 148'an deye
11:07 Midurê girtîgehê çalakgerên di greva birçîbûnê de tehdît kirin
10:55 Hevserokê HDP’ê yê Qaxizmenê hat binçavkirin
10:49 Namzetên HDP’ê yên Şirnexê: Ligel hemû hîleyan jî em rexnedayîna xwe didin gel
09:26 Dayikên Aştiyê: Ji laçikên serê me tirsiyan
09:24 Li Êlihê 2 jin bûn keya
09:24 Li Edeneyê sîxurtî li ciwanên kurd tê ferzkirin
09:23 Girtiyê nexweş ku her du destên wî tune ne bi tena serê xwe dimîne
09:22 Rojnamevan Turfent ku 35 roj in di greva birçîbûnê de ye: Em bi bedena xwe nûçeyan çêdikin
09:21 Karkerên dixwazin vegerin ser karê xwe 97 roj in li ber xwe didin
09:20 Cîgirê Hevserokatiya Giştî yê HDP'ê Bariş: Me hevkêşeya wan xirab kir
09:13 Hevşaredarên girtî: Bêdengiya Meclîsê ya ji bo grevên birçîbûnê nayê qebûlkirin
09:12 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Dengê xwe li dengê me zêde bikin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2019'AN
03/04/2019
17:36 Parazvana mafên mirovan Owen: Bêdengiya welatên rojava min diêşîne
17:07 Malbatên girtiyan: Divê êdî cenaze bi ser me de neyin
16:55 HDP’ê ji bo Mûş û Milazgirê serî li Lîjneya Hilbijartina Bajêr da
16:40 Îtîraza HDP’ê ya Wêranşarê jî hat redkirin
16:17 Omer Ocalan: Em di 4 Nîsanê de li hebûna xwe xwedî derkevin
16:12 Nivîskar Seydo Turgut hat girtin
15:57 Meclîsên Ciwanên HDP’ê bertek nîşanî zextan dan
15:36 AKP li Mûşê ku hîna îtîraz didomin pankarta spasiyê daliqand
15:27 Cenazeyê Fatîhê biçûk hat dîtin
15:20 HDP’ê ji bo Dersimê xwerexne kir
14:49 TRT'ê di hilbijartinê de 146 saet û 38 deqîqe propaganda AKP'ê kir
14:41 Dê parêzer bi rêya dîmen bi Selma Irmak re hevdîtinê bikin
14:41 Beyî îtiraza HDP'ê binirxînin namzetê AKP'î serokatiya xwe îlan kir
14:31 Encamên hilbijartinê yên rast ê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê
13:40 Cerdevan welatî bi çekê birîndar kir
13:40 Mehmet Ocalan: Her bihosta vê axê warê Ocalan e û divê rojbûn bê pîrozkirin
13:27 Ji bo 4’ê Nisanê li Amûdê dar çandin
13:22 Leyla Guven 147 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
13:21 Bûldan: Ger îtîrazên me yên li Mûşê neyên qebûl kirin emê serî li AYM û DMME bidin
13:13 Di doza Ozgur Gundemê de li Aykol 3 sal û 9 ceza birîn
12:49 OHD û ÎHD: Li dijî çalakgerên greva birçîbûnê zext û muameleya xerab zêde bûye
12:32 'Giyadinê ya pêwîst bû kir’
11:51 Li Riha 22 binçav kirin
11:25 Nûçegihanê me Kanbal hat berdan