QAMIŞLO - Welatiyên Gundê Sencaq ê Amûdê, bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dar çandin.
Bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dehan şêniyên gundê Sencaqê yê navçeya Amûdê ya girêdayî Kantona Qamişloyê bi pêşengtiya Kongreya Star û Meclîsa Sencaqê di bexçeyê dibistana zarokan de nêzî 55 dar çandin. Welatiyan darên fêkî û zeytûnê çandin. Jinan bi dirûşmên ‘Bê Serok jiyan nabe, bijî Serok Apo, jin jiyan azadî’ û tîlîlyan dar çandin. Jinan piştî dar çandin wiha gotin: “Jin îro bi saya Rêber Apo bû xwediya vîn û baweriyê. Hişmendiya desthilatdariyê jin kiribû kole, lê bi raman û felsefeya Rêber Apo jin ji koletiyê xilas bû. Îro jin bi saya Rêber Apo bu xwedî maf, biryar û vîn.”
Merasima darçandinê bi dirûşmeya "Bê Serok Jiyan Nabe" û "Jin Jiyan Azadî" bi dawi bû.