OHD û ÎHD: Li dijî çalakgerên greva birçîbûnê zext û muameleya xerab zêde bûye

  • rojane
  • 12:49 3 Nîsan 2019
  • |
img

ENQERE – Komîsyona Girtîgehan ên Şaxên OHD’ê û ÎHD’ê yên Enqereyê têkildarî meha Adarê rapora girtîgehan amade kir. Komîsyonan got: “Piştî grevên birçîbûnê dest pê kirin, li hemû girtîgehan li dijî çaçakgerên gereva birçîbûnê zext û muaemelya xerab zêde bû. Divê daxwaza girtiyan demildest bê cih.” 

 
Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Enqereyê û Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Enqereyê bi sernavê “Binpêkirina Mafan û Grevên Birçîbûnê ya Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn” rapora meha Adarê amade kir û bi raya giştî re parve kir. 
 
GIRTÎGEHA JINAN A SÎNCANÊ 
 
Li 16 girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn ku parêzerên endamên komîsyonê rapor amade kirine wiha ye: 
 
“3 girtiyên ji 26’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de zeîf bûne. Nexweşînên wan zêde bûne. Di vexwarinê de jî zehmetiyan dikişînin û her deverê wan diêşe. 
 
Du girtiyên cezayê giran li wan hatiye birîn her yekê di odeyek de bi serê xwe dimînin. Hêj li girtîgehan ava nepaqij dewam dike. Ev ava nepaqij dibe sedemê nexweşînan. Piştî girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin rojnameya Yenî Yaşamê nadin wan. Her wiha hin girtiyên ji girtîgehên din hatine sewqkirin tedawî ango muayena wan bi kelepçe û di çavdêriya eskeran de pêk tê. 
 
GIRTÎGEHA TÎPA F A KIRIKKALE 
 
Li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê 46 girtî di greva birçîbûnê de ne. Koma ewil ji 26’ê kanûnê dest pê kir. Çalakgerên koma ewil rewşa wan xera dibe û gellek nexweşîn li wan peyda bûne. Girtî bi qasî 15-18 kîloyan zeîf bûne. 
 
Gardiyanan êrîşî girtiyê bi navê Ridvan Sayak kirine û pişt re jî wî birine odeya bi singêr. Piştî saetek wî li odeya bi singêr de dihêlin dibin odeya wî. 
 
Vîtamîna B demek nedane 6 girtiyên ji 26’ê kanûnê ve dest bi greve kirine û piştî demekê dane wan. 
 
Hekîm bi gotinan êrîşî girtiyê bi navê Îsa Îpeklî kiriye û gardiyan ketine navberê û pişt re wî birine odeya wî. Girtî giliyê hekîm kiriye lê pişt re îdareya hepsê cezayê dîsîplînê daye girtî. 
 
Girtiyê bi navê Îsmet Akin ji ber ku birîna wî vekirîne di bin rîskek ciddî de ye. Girtî nêzî 20 kîloyan zeîf bûye. Rewşa girtî gellek giran e û nexweşîn lê peyda bûne. 
 
Karbonat nadin girtiyan. Li kantînê eşyayên ji bo pêdiviyên çalakgeran nayê dîtin. Demek dirêj e eşyayên paqijiyê li kantînê nayê firotin. Her wiha hefteya ewil tenê hefteyek av dane 40 girtiyan û piştî hefteyek xwê, şekir û lîmon dane girtiyan. 
 
GIRTÎGEHA JIMARA 2’AN A TÎPA T A BUNYANA KAYSERIYÊ 
 
Li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T ya Bunyana Kayseriyê girtiyên mêr hêj nikarin bi hev re sohbetê bikin. Ozkan Kart ê ji 5’ê çile ve û 6 girtiyên ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de bûn sirgûnî Girtîgeha Turkoglu ya Meraşê kirine. Dema ev girtî hatine sirgûnkirin gellek zext û zehmetî li wan hatine kirin. 
 
Mehmet Aydin Sogut û Sakip Hazman ên di greva birçîbûnê de bi hev re di hucreyê de tên ragirtin û daxwaza wan a refaketvan pêk nehatiye. 
 
Heta niha karbonat nedane girtiyan. Maskeyan nedane girtiyan. Her çiqas nexweşînên kronîk ên girtiyan tune bin jî lê ji ber greva birçîbûnê nexweşîn li wan peyda bûne. Ji serêşanê bigire heta emelbûnê nexweşîn peyda bûne. Îdareya girtîgehê li qawîşan kamerayan bicih kiriye û girtî 24 saet tên çavdêrkirin. 
 
 
GIRTÎGEHA JINAN A BUNYANA KAYSERIYÊ 
 
Li Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê jî ji 1’ê Adarê ve 20 girtî dest bi greva birçîbûnêk irine û der barê wan de lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin. Girtiyên ji koma yememîn û duyemîn 6-10 kîlo zeîf bûne. Ji ber greva birçîbûnê girtî gellek bêhal bûne û nexweşîn li wan peyda bûne. 
 
Bêrîvan Bîtmen a ji koma ewil dest bi greva birçîbûnê kiriye ji ber kîtle di çîmê wê rastê de kom bûye û di meşê de zehmetiyan dikişîne û hevalên wî girtî ji ber nexweşînan bi endîşe ne. 
 
Ji ber karbonat li kantîna hepsê nîne karbonatê nadin girtiyan. 
 
GIRTÎGEHA TÎPA T A KARABUKÊ 
 
Li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê girtiyên ji 5’ê çile ve dest bi greva birçîbûnê kirine di navbera 10-13 kîloyan de zeîf bûne. Hat zanîn ku girtiyên ji 1’ê Adarê ve dest bi greva birçîbûnê kirine jî navbera 6-8 kîloyan zeîf bûne. Bi girtiyan re nexweşînên cuda peyda bûne. 
 
Ji roja girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine heta niha carek hekîm çûne qawîşê. Karbonatê nadin girtiyan. 
 
Bi taybetî dest datînin ser nameyên girtiyan. Tevî ku girtî li dijî vê îtîraz kirin jî û serlêdan kirin jî hat redkirin. 
 
GIRTÎGEHA TÎPA T A TOKATÊ 
 
Li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê girtiyên ji 5’ê çile ve di greva birçîbûnê de zeîf bûne, bêhal bûne, serê wan diêşe û konsantrasyon kêm bûye. Vîtamîna B dereng dane girtiyan. Karbonatê jî nadin girtiyan. Heta niha pîvandina tansiyon û kîloyan tenê 3 caran hatiye kirin. Girtiyê bi navê Zekî Temel ê di greva birçîbûnê de rêya wî ya îdrarê enfeksiyon girtiye. Bênavber li qawîşan lêgerîn pêk tê. Eşyayên paqijiyê nadin girtiyan. Di dema lêgerînê de esker û gardiyan nêzîkatiyên provoke nîşanî girtiyan didin. Her wiha di dema sewqê de lêgerîna tazî li ser girtiyan tê ferzkirin. 
 
Ev çend meh in mafên name û faksê yên girtiyan hatine astengkirin. Li kantînê tiştan bi bihayek zêde difiroşin girtiyan. 
 
GIRTÎGEHA TÎPA M A BAYBURTÊ 
 
Girtiyan diyar kirin ku divê rojê 3 litre ava diyetê bidin wan. Lê rêveberiya îdareyê avê nade wan. Hemû çalakgerên di grevê de kîlo winda kirine. Dem bi dem hevsengiya tansiyon û şekir a bedena wan xera dibe. Der barê mijarê de li gel daxwazname didin rayedarên girtîgehê jî bersîv negirine. 30 rojan li kawîşên cuda hatine girtin. Li ser hewldanên girtiyên din dîsa anîne cem wan. 
 
Girtiyên ku cezayê wan hindik mane, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve rastî cezayê dîsîplînê tên. Ji ber vê yekê nikarin ji mafê xwe yê berdana bi kontrol sûdê bigirin. 
 
Girtiyan anîn ziman ku di 2 salên dawi de di hevdîtinên girtî, vekirî û qadên hevpeş ên hevdîtinê de rastî pêkanînên tecrîdê tên. Girtiyan anîn ziman ku name û kargo yên ji wan re tên pir dereng didin wan. Daxwaznameyên wan bê bersîv dimînin. 
Girtiyan anîn ziman ku dema bi kurdî stranan dibêjin û di nava xwe de bi kurdî di axivin rastî cezayê dîsîplînê tên. Dema dixwazin bi zimanê zikmakî parastinê bikin jî mafê wan ê tercûman ji destê wan tê girtin. 
Dîsa Vesile Yuksel li gel keça xwe Arin dimîne. Lê rastî cezayê ragihanidina bi sînor hatiye. Berivan Çelik jî ji ber rastî cezayê disiplinê hatiye nikare ji bafê xwe yê berdana bi kontrol sûdê bistîne. 
 
GIRTÎGEHA TÎPA H A ESKÎŞEHÎRÊ 
 
Girtiyên ji 20'ê Çile de di greva birçîbunê de ne, kîlo windakirine. Sergêşî û xelandina mahdê wan pêş ketiye. 3 girtiyên di grevê de ji kawîşa wan derxistine û li 3 kawîşên cuda bi cih kirine. 
 
GIRTÎGEHA TÎPA E YA ÇANKIRI 
 
Girtiyên di grevê de di navbera 3 10 kîlo winda kirine. Li Girtîgehê rojnameyê nadin wan. 
 
GIRTÎGEHA TÎPA T A DÎNAR-EFYONÊ
 
Girtiyên ketine grevê serêşî û îshal bi wan re zêde bûye. Dîsa zêde kîlo didin. Li hemberî deng û rohaniyê hesas bûne. Îaşeyên girtiyan kêm didin wan. Dîeata girtiyên di grevê de ya şekir, xwê û pêdiviyên  din nadin wan. Piştî girtî ketin grevê bi rêk û pêk hefteyê rojekê li kawîşê girtiyan lêgerîn dikin. Piştî çalakiyê nameyên ku girtî ji malbatan re dişînin rastî astengiyan tên û lêpirsîn dane destpêkirin. 
Girtî nikarin mefê xwe yê ji 15 rojan saetekê yê sporê pêk bînin. Dîsa nêzi salekê ye porsiyonên xwarinê ji sedî 90 dengê xwe kêm kirine." 
 
LI GIRTÎGEHA TÎPA T A  BAFRA 
 
Girtiyên di grevê de kîlo winda kirine û mahdê wan li hev dikeve. Pirsgirêka bê xewî û bêhaliyê li wan zêde bûye. Dîsa hevsengiya tansiyonan xera bûye. Rojnameya Yenî Yaşamê nadin wan. 
 
LI GIRTÎGEHA TÎPA M A VEZÎRKOPRU 
 
Piştî grevê dest pê kir, lêgerinên keyfî zêde kirine. 3 kesên li Girtîgeha Vezîrkopru malatê wan li bajarên pir dûr in. Ev yek malbata wan pir dixe nava zahmetiyê. 
 
LI GIRTÎGEHA TÎPA E YA AMASYA 
 
Li Girtîgeha Amasya 3 girtiyan piştî dest bi grevê kirin rêveberiya girtîgehê Vîtamîna B ji wan re peyda nekiriye. Di 25'ê çile de hekîm receteya Vîtamîna Complex a B nivîsîye. Lê ev vîtamîn hêj nedaye girtiyan. 
Dîsa mafê girtiyan ê heqê şekir, lîmon, 4 kutuyê ava team  û ava paqij a kantînê nadin wan. Girtî ji 1'ê Adarê û şûnde li odeyên yek kesî tên girtin. Amûrên paqijiyê nadin wan. Mafê malbatan ê telefonê piştî 1'ê Adarê bi awayekî keyfî qut kirine. Piştî girevê girtiyan gelek kilo winda kirine. Ji ber ku lêgerina tazî qebûl nakin 2 salin dernakevin hevdîtinê. 
 
LI GIRTÎGEHA TÎPA E YA YOZGATÊ 
 
4 girtî û refaqetvanê wan piştî ketin grevê di şertê herî xerab  de tên girtin. Li gel ku dixwazin kawişê xwe biguherînin jî hêj daxwazên wan pêk nehatine. 
 
GIRTÎGEHA TÎPA L A ÇORUMÊ 
 
Lêgerîna li ser piyan li girtiyan ferz dikin û girtî rastî tacîzê tên. Girtî her dem ji aliyê kamera ve tên şopandin. Girtî di bin kontrola eskeran de rastî lêgerîna odeyê tên.  Girtî daxwazname didin. lê daxwaznameya girtiyan bê bersîv tê hiştin. 
 
GIRTÎGEHA TÎPA E YA KIRŞEHÎR 
 
Mafê girtiyên ku bi sucdariya endamtiya rêxistinê tên darizandin, ên hevdîtina parêzeran bi awayekî keyfi xistine nava saetên 12.00-13:00'an. Mafê girityan ê hevdîtina hevalêm wan bi awayekî keyfî tên astengkirin. Bi keyfî li ser piyan jimartinê li wan ferz dikin. 
 
Di encama raporê de wiha hat gotin: "Girtiyan li tevahiya girtîgehên Tirkiye ji 01'ê Adara 2019'an ve li dijî tecrîdkirina li Îmraliyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. Girtî dixwazin tu tecrid bi dawî bibe. Girtî dixwazin, li Girtîgeha ÎMraliyê bi rêk û pêk hevdîtina bi parêzeran re bê kirin. Dîsa dixwazin mafê girtiyan ê parastinê, parastina zimanê zikmakî pêk bê. Dixwazin tecrîd bi dawî bibe. 
 
BILA TECRÎD BI DAWÎ BIBE
 
Wekî Komisyona Girtîgehan a Enqere ya Komeleya Hiqûknasên ji bo Azadiyê diyar dikin ku tenduristiya girtiyan ketiye rewşek xeter. Ji bo mafê wan ê jiyanê bê parastin û kesên din jiyana xwe ji dest nede, divê di serî de Wezareta Dadê û hemû saziyên neteweyi û navneteweyî erka xwe pêk bînin û dawî li tecrîdê bînin." 
 
 
 

Sernavên din

05/04/2019
14:02 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:42 Mor Çati: Ji 800 serlêdanan 682 tundî heye
13:37 Serlêdana AKP'ê ya ji bo Buyukçekmeceyê hat redkirin
13:26 Polisan Rojnameger Oktay Candemîr binçav kir
13:15 Li Hezroyê îtîraza AKP’ê hat qebûlkirin
12:54 Hêzên Îranê 4 mexdûrên lehiyê kuştin
12:48 Li Peyasê kesek hat binçavkirin
12:01 Girtiyên di greva birçîbûnê dene: Deng bidin meşa me ya azadiyê!
11:45 Ji bo 72 girtîgehan 72 daxwazname da meclîsê
11:44 Li Londrayê ‘Xelata Azadiya Îfadeyê’ dan rojnameger Dogan
11:35 Wekîla HDP’ê Coşkûn: Divê YSK hiqûqê bi cih bîne
11:18 Li Uskudarê di jimartina duyemîn de 875 dengê Îmamoglu zêde bû
11:15 Serokê YSK’ê Guven daxuyanî da
11:04 Şaredarê Dersimê Maçoglu mazbataya xwe wergirt
10:50 Hevşaredarê Bismilê: Nikarin talankirinê wekî molozan tune bikin
10:32 Li Tetwanê namzetên CHP’ê û SP’ê jî gotin ‘hilbijartina biqisûr’ pêk hatiye
10:31 Lêpirsîn derbarê girtiyên di greva birçîbûnê dene vekirin
10:17 Civaka Îslamî ya Kurdistanê ji bo Rojhilatê Kurdistanê dest bi kampanyayê kirin
10:16 Ewil biryara neşopandinê da pişt re jî doz vekir
10:02 Endama rêveberiya TOHAV'ê Ergul: Divê CPT û NY'ê hêza rêveberiyê pêk bîne
09:51 Dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê dene: Bila êdî dilê dayîkan neşewite
09:43 Greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 149'emîn de ye
09:42 Bav Abdurrahman Atabey: Kurê min ev 100 rojin birçiye
09:41 Malbata wekîlê HDP'ê Tayîp Temel: Bibin dengê çalakgeran
09:40 Koçyigit: Desteyên hilbijartinê di bin wesayeta siyasî ay AKP'ê de ne
09:40 Li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê 69 girtî di greva birçîbûnê de ne
09:39 Di hefteyekê de li xwediyê îmtiyazê yê Ozgur Gundemê 14 doz vekirin
09:36 Baroya Îzmîrê dosyeya tacizê amade dike
09:33 Dê û bavê parêzerê di greva birçîbûnê de: Em bi wan serbilind in
09:31 Li girtîgehê 5 bira di greva birçîbûnê de ne
09:28 Ji malbatekê 3 kes di greva birçîbûnê de ne: Bibin dengê çalakgeran me
09:26 Konûkçû: Xeyaletê 7'ê Hezîranê li ber Erdogan e
09:22 ‘HDP'ê bi stratejiya xwe di siyaseta Tirkiyeyê de rê li demokrasiyê vekir'
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2019'AN
08:28 Di Erdheja li Xarpêtê de li 3 gundan zerar pêk hat
04/04/2019
20:47 Li Xarpêtê erdheja 5.2 pêl pêk hat
17:05 Li Amedê pîrozbahiya hilbijartinê û 4’ê Nîsanê pêk hat
17:04 Li Îranê ji ber lehiya rabû 200 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:32 Li Êlihê destûra daxuyaniya ‘spasiya’ HDP’ê nehat dayîn
16:11 Hevşaredarên Sîlopî, şaredarî ji qeyûm girtin
15:39 Ji Swîsreyê hat Amedê lê hat girtin
15:34 Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê: Dibe ku her kêlî mirin pêk bên
15:06 Li Kaniyahenê ku AKP’ê 19 deng girt îtîraza wê hat qebûlkirin
14:50 Li Bismilê ji bo keyatiyê pev ketin
14:44 Rojnameger Aydin Atay hat birîndarkirin û şelandin
14:38 Ji Îsvîçre bang kirin: Guh bidin grevên birçûbûnê!
14:31 Li 10 navçeyên Stenbolê jimartin qediya: Îmamoglu li pêş e
14:08 HDP ji bo Tetwanê serî li Lîjneya Hilbijartinê ya Bajêr da
13:58 Li Kerboranê ji bilî îtîraza AKP’ê îtîrazê partiyên din hat redkirin
13:50 DMME serlêdanên ji bo Cizîr, Silopiya û Sûrê red kir
13:34 Li navçeyên Şirnexê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin
13:23 Danişîna Demîrtaş a li Mêrsînê hat taloqkirin
13:09 Maçoglu bi hêceta ‘ewlehiyê’ mazbataya xwe wernegirt
13:01 Doza Çaglar Demîrel hat taloqkirin
12:49 Hevşaredarên HDP’ê yên Sîlopî mezbatên xwe girtin
12:40 HDP’ê ji bo encama hilbijartina Wêranşarê îtîrazî Lîjneya Hilbijartina Bajêr kir
12:25 Walîtiyê Îdirê qedexeya 15 rojin îlan kir
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê cara 804’an serlêdan kirin
12:11 Çîçek: Me li Stenbolê dawî li serweriya haramiyan anî
12:03 'Divê 4’ê Nîsanê bibe sedema şikandina tecrîdê’
11:50 Têketina Omer Ocalan a gundê lê ji dayik bûye qedexe kirin
11:33 Kurtejiyana hin çalakgerên greva birçîbûnê hat weşandin
11:23 Çalakliya Leyla Guven di roja 148'an deye
11:07 Midurê girtîgehê çalakgerên di greva birçîbûnê de tehdît kirin
10:55 Hevserokê HDP’ê yê Qaxizmenê hat binçavkirin
10:49 Namzetên HDP’ê yên Şirnexê: Ligel hemû hîleyan jî em rexnedayîna xwe didin gel
09:26 Dayikên Aştiyê: Ji laçikên serê me tirsiyan
09:24 Li Êlihê 2 jin bûn keya
09:24 Li Edeneyê sîxurtî li ciwanên kurd tê ferzkirin
09:23 Girtiyê nexweş ku her du destên wî tune ne bi tena serê xwe dimîne
09:22 Rojnamevan Turfent ku 35 roj in di greva birçîbûnê de ye: Em bi bedena xwe nûçeyan çêdikin
09:21 Karkerên dixwazin vegerin ser karê xwe 97 roj in li ber xwe didin
09:20 Cîgirê Hevserokatiya Giştî yê HDP'ê Bariş: Me hevkêşeya wan xirab kir
09:13 Hevşaredarên girtî: Bêdengiya Meclîsê ya ji bo grevên birçîbûnê nayê qebûlkirin
09:12 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Dengê xwe li dengê me zêde bikin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2019'AN
03/04/2019
17:36 Parazvana mafên mirovan Owen: Bêdengiya welatên rojava min diêşîne
17:07 Malbatên girtiyan: Divê êdî cenaze bi ser me de neyin
16:55 HDP’ê ji bo Mûş û Milazgirê serî li Lîjneya Hilbijartina Bajêr da
16:40 Îtîraza HDP’ê ya Wêranşarê jî hat redkirin
16:17 Omer Ocalan: Em di 4 Nîsanê de li hebûna xwe xwedî derkevin
16:12 Nivîskar Seydo Turgut hat girtin
15:57 Meclîsên Ciwanên HDP’ê bertek nîşanî zextan dan
15:36 AKP li Mûşê ku hîna îtîraz didomin pankarta spasiyê daliqand
15:27 Cenazeyê Fatîhê biçûk hat dîtin
15:20 HDP’ê ji bo Dersimê xwerexne kir
14:49 TRT'ê di hilbijartinê de 146 saet û 38 deqîqe propaganda AKP'ê kir
14:41 Dê parêzer bi rêya dîmen bi Selma Irmak re hevdîtinê bikin
14:41 Beyî îtiraza HDP'ê binirxînin namzetê AKP'î serokatiya xwe îlan kir
14:31 Encamên hilbijartinê yên rast ê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê
13:40 Cerdevan welatî bi çekê birîndar kir
13:40 Mehmet Ocalan: Her bihosta vê axê warê Ocalan e û divê rojbûn bê pîrozkirin
13:27 Ji bo 4’ê Nisanê li Amûdê dar çandin
13:22 Leyla Guven 147 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
13:21 Bûldan: Ger îtîrazên me yên li Mûşê neyên qebûl kirin emê serî li AYM û DMME bidin
13:13 Di doza Ozgur Gundemê de li Aykol 3 sal û 9 ceza birîn
12:49 OHD û ÎHD: Li dijî çalakgerên greva birçîbûnê zext û muameleya xerab zêde bûye
12:32 'Giyadinê ya pêwîst bû kir’
11:51 Li Riha 22 binçav kirin
11:25 Nûçegihanê me Kanbal hat berdan