AMED - Mazlûm Teke ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, got: "Pêvajoya herî tarî, pêvajoya herî nêzîk e. Pêngava berxwedanê ji niha ve tirs xistiye nava faşîzmê. Wê damî bêhempa be."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 147'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê didome. Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Mazlûm Teke ye. Teke, ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di greva birçîbûnê de ye. Teke bi telefonê li malbata xwe geriyan û peyamek ji raya giştî re şand.
‘EM Ê BI SER BIKEVIN'
Teke, destnîşan kir ku çalakiya wan bi awayekî bibiryar didome û got: "Pêvajoya heyî, pêvajoyeke pir tarî ye. Lê belê, pêvajoya herî tarî, pêvajoya herî nêzîk e. Em jî vê pêvajoya tarî bi pêşengiya hevrêyên xwe yên fedaî ronî dikin. Ev pêvajo, pêngava serketinê ye. Em ê bi ser biekvin. Pêngava berxwedanê ji niha ve tirs xistiye nava faşîzmê. Wê damî bêhempa be."
‘EV MEŞA, GOVENDA AZADIYÊ YE'
Teke, bang li gelê kurd kir û got: "Ez gelê me vedixwînim rêwîtiya 'meşa ber bi rojê ve'. Wexta mirov hin tiştan bi hev re parve dike xweştir dibe. Nexwe werin em bi hev re vê rûmetê bijîn. Ev meş, govenda azadiyê ye. Ev meş ev qasî xweş e ku bi temaşekirinê mirov nagihê tahma wê. Ez hemû kesên me dibihîsin silav dikim. An em ê azad bijîn an jî qet. Wê rûmeta mirovahiyê bi ser bikeve."