MÊRDÎN - Malbata Yuksek, cenazeyê kurê xwe Siraç Yuksek ê li girtîgehê tecrîd şermezar kir û dawî li jiyana xwe anî li navçeya Nisêbînê defin kirin. Polîs û eskeran tenê hişt ku malbat tev li merasima cenaze bibe.
Malbata Yuksek, cenazeyê kurê xwe Siraç Yuksek ê li girtîgeha Tîpa T-2 a Osmaniye tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û dawî li jiyana xwe anî li navçeya Nisêbînê defin kirin. Polîs û eskeran tenê hişt ku malbat tev li merasima cenaze bibe. Malbatê piştî cenazeyê Yuksek ku ji doza Nisêbînê hatibû girtin û girtî dihat darizandin, ji saziya Tipa Edlî ya Edeneyê wergirtin û anîn li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê defin kirin.
Parlamenterên HDP'ê Tuma Çelik, endam û rêvberên HDP û DBP'ê û xizmên girtiyan malbat û cenaze li ketina Nisêbînê pêşwazî kir. Malbatê cenaze birin Mizgefta Hacı Huseyin Çetin û ji wir ji birin Goristana Morisê. Malbatê piştî merasima olî cenaze li goristana Morisê defin kir. Esker û polîsan destûr nedan ku ji xeynî malbatê kesên din tev li merasima li Goristanê bibe. Polîsan parlamenter, rêveberên HDP û DBP'ê û xizmên girtiyan li dervê goristanê dan rawestandin û tenê destûr da ku malbat tev li definkirina cenaze bibe. Malbat û koma li dervê goristanê piştî definkirinê derbasî Mala Şînê ya li Taxa 8'ê Adarê bûn.