ÎZMÎR – Li navçeya Odemîş a Îzmîrê jina bi navê Hamîde Gezer li otelek butik mirî hat dîtin.
Li Navçeya Odemîş a Îzmîrê Hamîde Gezer (33) a xwediyê otelek butik li salona xwarinê ya otele mirî hat dîtin. Hat zanîn ku Gezer bi demençeyê hatiye kuştin. Li ser îxbarê ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê, lêkolîn kirin û diyar kirin ku Gezer jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Gezer rakirin morgê û têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.