AMED – Şêniyên Amedê encama hilbijartinê nirxandin û gotin: “Divê ku Amedê dersek bida qeyûman. Wê dersê jî di sindoqan de da. Ev bersivdayîn gellek li Amedê tê.”
Di hilbijartina xwecihî de yek ji bajarên herî zêde dihat meraqkirin Amed bû. Piştî tayînkirina qeyûm li Amedê hilbijartinê bala girîng kişand ser xwe. Her wiha performansa siyaseta kurd jî li Amedê pirr dihat nîqaşkirin. Dijberên qeyûm Namzetên HDP’ê Adnan Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik bi ser ketin û bûn Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê. Me ji şêniyên Amedê encamên hilbijartinê pirsî.
'ÎRADEYA GEL BI SER KET’
Serdar Çelebî da zanîn ku ew ji encama hilbijartinê ya gel bersiva pêwîst daye bextewar e û got: “Divê Amedê derek bida qeyûman. Wê dersê jî di sindoqan de da. Îradeya gel bi ser ket. Ez viya baş dibînim. Me tu xizmeta qeyûm nedît. Bi reklaman ev kar nabe. Ev 3 sal in tevî ku hemû derfetên dewletê di destên we de ye jî, lê we tiştek nekir. Pêvajoya sê salin bi reşkirina HDP’ê derbas bû. Hem tu hatiyî tayînkirin û hem jî tu yê nirxên vê gelî tune bihesibînî. Yê ku îradeya gelê Amedê nas neke, Amed jî wan nas nake. Encam baş bû û em bextewar in. Tune hesibandina HDP’ê tune hesibandina vî gelî ye. Heta ku kurd hebin wê HDP’ê jî hebe.”
'SERKEFTINA CHP’Ê DEYNDARÊ DENGÊN HDP’Ê YE’
Ahmet Karademîr anî ziman ku hin bajar xwedî manevî ne û got: “Hin tişt remz in, keleh in û vê nadin tu kesî. Helwesta gelê Amedê min matmayî nekir. Tişta pêwîst bû hat dayîn. Dema em lê dinêhirin CHP serkeftinê îlan kiriye lê serkeftina CHP’ê deyndarê dengên HPD’ê yên emanet in.”
‘LI ŞIRNEXÊ AKP BI SER NEKETIYE’
Suleyman Laçin jî destnîşan kir ku li rojavayê Tirkiyeyê têkbirina AKP’ê ya li bajarên mezin bi saya HDP’ê û kurdan bû û wiha got: “Lê mixabin encamên wek li Şirnexê, Mûş, Dersim û Agiriyê me xemgîn kirin. Şirnexê ne suprîz bû. Çimkî li wir hilbijêr ne ji Şirnexê bûn. Bi dengê esker û polîsan AKP bi ser ket. Wek ku kurdan deng daye AKP’ê nîşan didin. Li Şirnexê di bin siyas çekan de gel deng da. Li Şirnexê kesên deng dan kesên bi çek bûn.”
‘BERSIVA LI DIJÎ QEYÛMAN BÛ’
Mehmet Siddik Akinci jî wiha got: “Encama hilbijartinê li dijî polîtîkaya qeyûman bersivek baş bû. Her çiqas li Amedê beşdariya hilbijartinê kêm be jî lê gelê Amedê girêdana xwe ya ji bo HDP’ê nîşan de û peyama xwe da.”
'ENCAMEK CUDA DÊ LI AMEDÊ NEHATA’
Berfîn Terfî jî diyar kir ku li gel hemû hîle û astengiyên hilbijartinê jî demokrasî bi ser ket û got: “Di hilbijartinê de însanên me dengê xwe dan xwe. Ev xwezayî ye. Peyama pêwîst dan her deverê.”
Ahmet Aslan jî da zanîn ku encama hilbijartina li Amedê erênî dibîne û wiha got: “Encamek cuda dê li Amedê nehata. Encama hilbijartinê peyamek e. Yanî dikarim bêjim ku gel peyama aştiyê, aramiyê û em bêkarin da. Ez 44 salî me lê bêkarim. Gellek mirov ji ber krîza aborî bêkarin. Her kes di nava pirsgirêkên aboriyê de fetisiye.”
MA / Esra Solîn Dal