ŞIRNEX - Hevşaredarên HDP’ê yên Cizîrê Mehmet Zirig û Bêrîvan Kûtlû yên ji sedî 76.99 deng standin û rekor şikandin, diyar kirin ku encamê bersivek mezin da polîtîkayên qeyûman û gotin: “Dem dema dermankirina birînan e.”
Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Navçeya Cizîr a Şirnexê Mehmet Zirig û Berîvan Kûtlû di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de rekor şikandin û bûn hevşaredar. Li Cizîrê ku yek jê keleha siyaseta Kurdan e, li gorî encamên ne fermî HDP’ê bi 38 hezar û 238 dengan, gehişt ji sedî 76,99’an. Namzetên Hevşaredariyê Kûtlû û Zirîg encamên hilbijartinê yên derketin holê nirxandin.
'CIZÎRÊ RÊ NE DA POLÎTÎKÊN ZEXTAN'
Hevşaredar Kûtlû, diyar kir ku ligel hemû êrîş, zext, binçavkirinan jî encam wan dixwest derket holê û wiha axivî: “Em li benda encamak wiha bûn. Bi taybetî li Cizîrê polîtîkayên hikumetê yên di salên dawî de hatin birêve birin, bê bandor bûn. Xwestin me tune bikin. Lê gelê Cizîrê, rê neda vê yekê. Zext li malbatên beşdarî xebatên me nebûn jî, kirin. Binçavkirin çêbûn. Lê dîsan jî encama dixwestin bi dest nexistin.”
Kutlu, da zanîn ku ewê ji vir û şûnde bi gel re bajarê xwe bi rêve bibin û wiha got: “Emê projiyên xwe yên xizmetê bixin pratîkê. Barek mezin li ser pişta me ye. Talanek mezin heye. Destpêkê emê rewşa heyî bixin pêşiya xwe. Dûre jî emê berpirsiyartiya gel dayî me, bi cih bînin.”
ZIRIG: CIZÎR SERBILINDE
Hevşaredar Zirig jî, da zanîn ku ciziriyan carek din nasnameya xwe ya “Berxwedêr” danî holê wiha axivî: “Gel bersivek mezin da, polîtîkayên heyîn. Polîtîkayên bi salan ên li ser Kurdan di sê salên dawî de hatin kur kirin. Di pêvajoyek wiha de me çûn hilbijartinê. Tenê din ava mehekê de 106 hevalên me hatin binçavkirin û gelek ji wan jî hatin girtin. Lê gel guh neda yek ji van jî. Ev encam dide xuya kirin ku gel polîtîkayên qeyûman qebûl nake. Ji ber vê Cizîr serbilinde.”
'CIZÎR DÊ XWE BI XWE BIRÊVE BIBE'
Zirig, dest nîşan kir ku Cizîr bajarek birîndare û ev peyam da: “Ji bo ku em van birînin bipêçin emê dest bi xebatan bikin. Emê ji vê birînê re bibin derman. Şaredariya bûye navenda desthilatdariyê emê bikin, xizmeta gel. Cizîr dê xwe bi xwe bi rêve bibe. Em ê hemû proje û biryarên xwe bi gel re bi cih bînin. Emê pirsgirêkên gel bi rev re çareser bikin.”