MÛŞ – Rêxistina HDP’ê li Navçeya Melezgîrtê ya Mûşê ku AKP bi 3 dengan bi ser ket û 432 deng jî nehatin hesibandin, îtîraz kiribû. Lijneya Hilbijartinê ya Bajar îtîraza HDP'ê red kir. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, têkildarî geşedanan hat bajar.
Lijneya Hilbijartinê ya Mûşê li navçeya Melezgîrtê ya Mûşê îtîraza HDP'ê ya hilbijartinê red kir. HDP ku li navçeyê 2 hezar û 500 deng li pêş bû, xwest deng ji nûve bên jimartin û li Lijneya Hilbijartinê îtîraz kir. Li gorî daneyên ne fermî Îtêfaqa Cumhur 15 hezar û 919 deng, HDP'ê jî 15 hezar û 381 deng deng stend. HDP'ê ji bo 103 sindoqan 2 hezar û 500 dengan îtîraz kir. Lijneya Hilbijartine ya Bajar îtiraza HDP'ê red kir. Di hilbijartina li Navçeya Melezgîrtê HDP'ê 3 hezar û 638, AKP'ê jî 3 hezar û 641 deng stend. Li navçeyê 9 hezar û 591 hilbijêr çûn ser sindoqê. 432 deng nehatin hesibandin. HDP ji ber ku di navbera wê û raqîbê wê AKP'ê de 3 deng hebû dîsa îtîraz kir. HDP xwest 432 dengên nehatine qebûlkirin ji nûve bên jimartin. Lijneya Hilbijartinê îtiraz red kir
Li aliyê din hêj encama fermî ya hilbijartinê diyar nebû, Waliyê Mûşê Îlker Gunduzoz bêyî ku encama fermî bê aşkerekirin Namzetê AKP’ê Feyat Asya ziaret kir û pîroz kir. Li aliyê din Walîtiya Mûşê piştî îtîraza HDP’ê heta 15 rojina hemû cureyên çalakiyan qedexe kir. Li ser van geşedanan Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, Parlamentera HDP'ê Huda Kaya û Garo Paylan hatin Mûşê. Buldan îro wê saet di 11.00'an de li avahiya HDP'ê ya Mûşê daxuyaniye bidin çapemeniyê.