AMED - Zubeyde Çelîk, dayika Sînan Çelîk ku 99 roj in li Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê di greva birçîbûnê de ye, got: "Em tiştekî ji dewletê naxwazin. Bila tenê qanûnên xwe pêk bîne. Ma li benda mirina wî ne?"
Li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Tekirdagê, Sînan Çelîkê 28 salî ji 26'ê Kanûna 2018'an ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Çelîk, ji Licêya Amedê ye û di bûyerên 6-8'ê Cotmehê de hatiye girtin û 11 caran cezayê muebeta giran lê hatiye birîn.
Dayik Zubeyde Çelîk ku di 27'ê Adarê de hevdîtin bi kurê xwe re çêkir got: "Ten di nav kincan de ruhek heye." Dayik Çelîk, bi bîr xist ku 99 roj in kurê wê di greva birçîbûnê de ye û got: "Ma mirovek 99 rojan birçî be wê çawa be. Tenê ne kurê min, niha bi hezaran kes di greva birçîbûnê de ne. Yên rewşa wan xirabtir hene. Divê êdî bê çareserkirin."
Çelîk, destnîşan kir ku tenê daxwaza wan bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan e û got: "Daxwaza wan daxwaza me ye. Divê dewlet guh bide van daxwazan. Bila dewlet qanûnên xwe pêk bîne. Em tiştekî ji dewletê naxwazin. Bila tenê qanûnên xwe pêk bîne. 5 cenaze ji girtîgehan derketin. Ma li bendê ne hemû zarokê ne bimirin? Ew jî mirov in. Ma li benda mirina wan in? Ma qey wijdan nemaye?"
Çelîk, bang li raya giştî kir û got: "Nan di qirika me de naçe xwarê. Ji ber zarokên xwe êdî nikarim bigirîm jî. Dilê min diêşe. Em hay ji dewletê hene. Lê çima gel bêdeng e? Divê êdî bê çareserkirin. Çi hewce be divê em bikin."