WAN - Fesîh Tekîn, li Girtîgeha Tarsûsê 88 roj û birayê wî Zahît Tekîn, li Girtîgeha Wanê 34 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Zahît Tekîn, nameyek şand û di nameya xwe de got: "Ji bo hilatina rojê em li ber xwe didin."
Fesîh Tekînê ku li Girtîgeha Jimare 1 a Tarsûsê 88 roj û birayê wî Zahît Tekînê ku li Girtîgeha Wanê 34 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, name şandin. Fesîh Tekîn 7 sal in û Zahît Tekîn jî ji 7'ê Tîrmeha 2016'an ve girtiye.
Nameya Tekîn wiha ye:
"Wê çalakiya me heta tecrîd bi dawî nebe û mafên Birêz Ocalan neyên naskirin bidome. Ev tecrîd tenê ne li ser Ocalan û gelê Kurdistanê, li ser tevahiya civaka Tirkiyeyê pêk tê. Bi tecrîdê tê xwestin ku aştî, azadî, demokrasî û biratî bê binpêkirin. Wexta em vê tecrîdê bişikînin wê ew bayê reş ê li ser welat bela bibe. Em ê heta dawiyê li ser rêça Kemal û Mazlûman bin.
JI BO HILATINA ROJÊ EM LI BER XWE DIDIN
Bêdengiya li ber zilm û tecrîdê, hevkariya ji bo zilmê ye. Loma divê gelê me bi vê berxwedana bihişmet bibe yek û hêzê bide çalakgeran. Em bi hêvî ne û em ê bi ser bikevin. Me bihar bi Newrozê pêşwazî kir û ji bo em vê veguherînin biahra azadî û demokrasiyê, niha firsendek li ber me ye.
Ev yek jî bi şikandina tecrîdê pêkan e. Roj roja bilindkirina deng e. Em her du bira jî me xwe bi vê felsefeyê nas kir. Di vê rêyê de em gihan raza heza heqîqî. Niha em ji bo hilatina rojê mil didin milê hevdu û li ber xwe didin. Ev berxwedan bû sedem ku em bêtir nêzî hev bibin. Bi van hisan ez silav û hezkirinên xwe ji hevrê Leyla Guven re dişînin. Em ê bi ser bikevin."