DIYALA - Welatiyê Navçeya Xaneqînê Nehro Xaneqînî, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.
Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her ku diçin berfireh dibin. Welatiyê Navçeya Xaneqîn a Bajarê Diyalayê, Nehro Xaneqînî li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir. Nehro Xaneqînî têkildarî çalakiyê wiha got: "Armanca çalakiya min şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan û piştgirî dayîna girtiyên siyasî yên di zindanan deye. Divê bi taybet xelkê Xaneqînî herkes li dijî tecrîda ser Ocalan raweste û piştgiriya çalakvanên di grevên birçîbûnê dene bikin.”