COLEMÊRG - Hempîşe û malbata Edîtora rojnameya Rojeva Medya Evîn Buldan ew li ser gora wê bibîr anîn.
Edîtora rojnameya rojane ya kurdî Rojeva Medya ku bi KHK’ê hatibû girtin Evîn Buldan, di 2’ê Nîsana 2017’an de di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû. Endamên Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê, Berdevkê Însiyatîfa Rojnamegerên Azad Hakkî Boltan û malbata Buldan, çûn ser gora Evîn Bûldan û ew bi biranîn. Hempîşe û hevalên Evîn Buldan di biranînê de pankarta “Em ê te ji bîr nekîn” vekirin. Rojnamegeran di biranînê de deqeyek rêzgirtin. Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad Hakkî Boltan diyar kir ku ew Buldan bi rêzdarî bibîr tînin û wiha got: "Em di şexsê Evînê de hemû şehîdên çapemeniya azad bi rêzdarî bibirtînîn. Em şopdarên têkoşîna wan in. Evîn wekî navê xwe, karê xwe dimeşand. Dê keda wê û têkoşîna wê her tim hebe û bijî. Evîn rêhevala Apê Musa ye. Êrîşên li ser çapameniya azad wê nikaribin me têk bibin. Ji ber ku me soz daye Evîn û Apê Musa em ê heta dawiyê têbikoşîn. Ne salê carekî wê her tim Evîn bi me re bijî.”