STENBOL - Ekrem Îmamoglu, beriya biçe Enqereyê pirsên rojnamegeran bersivand. Îmamoglu, bang li Midûrê Giştî yê Ajansa Anadolu Şenol Kazanci kir û xwest îstîfa bike û wiha got: "AA, bi baca me tevan peywirê dike. Lê wezîfeya xwe pêk nîne. Bila biçe navê xwe bike Ajansa AK Partî."
Li gorî daneyên ne fermî Namzetê CHP'ê Ekrem Îmamoglu, Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi dest xist. Îmamoglu, beriya ziyareta Enqereyê li balafirgehê pirsên rojnamegeran bersivand. Îmamoglu, bi zimanekî hişk helwesta Ajansa Anadolu (AA) ya dem bi dem parvekirina daneyên encamen hilbijartinê qut kir, rexne kir. Îmamoglu, beyî ku navê midûrê giştî yê Ajansa Anadolu Şenol Kazanci bilêv bike bang li wî kir û xwest îstîfa bike û wiha got: "Bi parek pereyê bêrîka min niha di berîka Midurê Giştî yê AA de ye. AA. bi baca me tevan niha kar dike. AA. çavkaniya nûçeyan a Tirkiye ye. Lê erka xwe pêk nîne. Bila biçe li Ak Partiyê siyasete bike. Ger ku di saziya dewletê de be divê li gorî brokrasiyê erka xwe pêk bîne."
‘LI VIR ÎTÎFAQA STENBOLÊ HEYE'
Îmamoglu, anî ziman ku wezîrê dewletê li navenda Giştî ya AKP'ê kom bûne û wiha got: "Civîna ku wê çawa bi namzetê xwe bidin qezenç kirin dikirin. Lê li vir îtîfaqa Stenbolê heye. Li vir 16 milyon gelê Stenbolê bi ser ketiye. Tifaqa Stenbolê bi ser ketiye. Li cem me îmzeyên şil hene. Hemû yek bi yek hatine hesibandin. Ji ber ku em encamê teqez dizakin em ew qas bawer in. Ger ku encam di lehê milê din de pêş ketibûya min ê bigota 'Bi xêr be Birêz Binali Yıldırim.' Lê nabêjim. Ji ber ku ez bi ser ketim. Ez Birêz Yildirim bi teessufî temaşe dikim. Hûn bûn wezîrê dewletê. Hûn bi salan bûn serokwezîr. Hêj hûn çi dixwazin. Serokê bajarê we got ‘Em bi 3 hezar deng bi ser ketin. Em bi ser ketin. Hûn di nava civakê de xwe kêm dikin. Ez ya xerabtir bêjim. Hûn di nava cîhanê de xwe kêm dikin. Em amade ne bi rêve bibin. Me pîroz bikin. Em karê xwe jî li karê xwe binerin. Min hêj fam nekiriye afîşan dizeliqînin. Birêz Yildirim hûn çima van afîşan dizeliqînin. YSK ji xwe dane da. Ji xwe ez AA'yê nahesibînim jî. Ajansa Anadolu êdî çû xelas bû. Êdî nikare tu hilbijartinan pêşkêş bike."
'BILA AA NAVÊ XWE BIKE AJANSA AK PARTÎ'
Îmamoglu, "Ajansa Anadolu ji bo tik tik tik encam bide divê 1919 peywirdarê xwe şandibe dibistanan. Gelo ji ku agahî kom kirin? Ji me agahî nexwestin. Gelo bi AK Partiyiyan re hevkarî kir. Tenê saziya ez jî bawer YSK ye. Em pir bi ciddî dişopînin. Erkdarê Ajansa Anadolu li ser sindoqan tune. Tenê çavkaniyek Ajansa Anadolu dimîne. Ew jî muşahîdê AK Partiyê ye. Wê demê bila biçe navê xwe biguherîne. Bila navê xwe bike Ajansa AK Partî. Ji xwe navê wê AA. tu ferk tune ye. Bila bike Ajansa AK Partî. Di milê wicdanî de ji baweriya min bi Bînalî Yildirim nema ye."