GERMIYAN - Endezyar Herêm Mehmûd 38 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye. Mahmut, diyar kir ku li rexmê ku tendirustiya wî ber bi xirabûnê ve diçe jî bi moralek mezin çalakiya xwe berdewam dike û heta tecrîd bişkê wê çalakiya xwe berdewam bike.
Li navçeya Kelar a Germiyan çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya bêdem û bêdorveger a Herêm Mehmûd 38 roj in didome. Herêm Mehmûd li ser rewşa tendirûstî û çalakiya xwe ji ROJNEWS'ê re axivî. Herêm bal kişand ser rewşa tendirustiya xwe û got; “Niha laşê min lewaz û westiyaye. Ji ber sermayê nexweş bûme. Dilê min jî baş lê nade û dest û lingên min jî bê hêz bûne. Çavê min jî kêm bûne. Lê ev yek ji bo min nabe pirsgirêk. Li rexmê vê jî, moralê min bilinde. Heya tecrîd were şikandina wê çalakiya min dewam bike.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya Gulebax Celal jî di roja xwe ya 17’emîn de bi biryardarî dewam dike.