ENQERE - Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne ku ji heyetekê pêk tê ji bo bi Wezareta Dadê re hevdîtin bikin çûn Enqereyê. Lê polîsan destûr nedan malbat têkevin nava Enqereyê. Malbat bi saetan in li Golbaşi tên rawestandin. Xizma girtiyan Afife Kartal, diyar kir ku heta têkevin Enqere û biçin bi wezaretê re hevdîtin bikin dê li vir li ber xwe bide.
Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne ku ji heyetek pêk tên ji bo daxwaza girtiyan bibin bi Wezareta Dadê re parve bikin, çûn Enqereyê. Heyeta ku nav de Dayikên Aştiyê hene di têketina Enqereyê de ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Heyeta ji 100 kesî pêk tên bi saetan in tên rawestandin. Polîs li Navçeya Golbaşi ya Enqereyê bêyî ku tu hincetan nîşan bidin bi saetan e malbatan radiwestînin. Endamên heyetê bi biryarin ku heta bi Wezareta Dadê û partiyên siyasî re hevdîtin bikin li ber xwe bidin. Endama heyetê Afife Kartal, bertek nîşanî astengî û rawestandina polîsan da û wiha got: “Polîsan got 'bila komek temsilî biçin û yên din paşve vegerin' Li vir hemû temsîlî hatine. Tu dayik naxwaze vegere Amedê. Polîs dibêjin 'Em tu dayikan naxwin Enqereyê. Dibêjin li erebeyên xwe suyar bibin û vegerin'. Heta ku destûr bidin hemû dayikan em ê li vir çalakiyê pêk bînin. Em ê li vir heta dawî li ber xwe bidin. Em tu carî zarokên xwe li zindanan bi tenê nahêlin. Em dayik in. Em destûr nadin ku zarokên me li zindanan jiyana xwe ji dest bidin. Heta ku hevdîtinên me encam bistîne emê li vir bin. Em dê mizgîniyê bidin zarokên xwe yên li zindanan."