NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojhilatê Kurdistanê, ji ber barîna barana zede bajarên Poldoxter û Memulan di bin avê de man. Ji ber barîna zêde lehî rabû û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber barîna barana zêde, lehî rabû û bajarê Poldoxter û Memulan bi temamî di bin avê de man. Xelkê li bajêr li benda rizgar kirinê ye. Welatî ji ber lehiyê çûne ser xaniyên xwe. Bi sedan welatî jî ji ber lehiyê berê xwe dana serê çiyan. Ji duh ve xetên internet û telefonê naxebitin. Hemû rêyên çûyîn û hatinê yan jî peywendiyê bi her du bajaran re qût bûne. Duh qeymeqamê bajarê Poldoxter Nimetula Destyarî got; “Heya niha zêdetirî 4 hezar xanî dibin avê de mane û 15 gund jî dibin metirsiya lehiyê dene.” Li gelek bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê jî rewşa awarte hatiye îlan kirin. Heya niha bi sedan rê ji ber lehiyê xirabûne. Bi sedan gund jî dibin metirsiya lehiyê dene. Ji ber metirsiya lehiyê bi dehan gund hatine vale kirin û biryara vale kirina bi dehan gundên din jî hatiye dayîn. Ya balkêş ewe ku hikumet û saziyên dewletê bi hewara xelkê naçin û bêxem nêzîk dibin.