ŞEHBA - Koordînetorê Giştî yê Hevlabendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûriyê Ehmed El- Erec diyar kir ku Tirkiye diyaloga Sûrî-Sûrî asteng dike û wiha got: “Dema danûstandin di navbera rêjîma Sûriyê û MSD`ê de destpê kir, Tirkiyê hewl da li hember lihevkirina her du aliyan bibe bend û asteng bike.
Koordînetorê Giştî yê Hevlabendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûriyê ya ku di bin sîwana MSD`ê dixebite Ehmed El-Erec, têkildari diyaloga Sûrî-Sûrî ya li Kobanê pêk hat, ji Nûçegîhana ANHA Şervîn Mistefa re axivî.
Ehmed El-Erec diyar kir ku ji bo bidawîbûna aloziya Sûriyê, diyaloga neteweyî pêwîste û wiha got: “Di destpêka aloziya Sûriyê de me tekez kir ku çareserî ji aliyê siyasî ve pêkan e. Niha em bi hewcedariya diyalogek neteweyî ya Sûrî giştî ne. Divê ev diyalog li Şamê, bi sponseriya aliyên navneteweyî û civaka navdewletî pêk were. Divê Şam an jî rejîma Sûriyê gavan biavêje. Ji ber ku beyî lihevkirina tevahiya hêz û aliyên Sûrî çareserî ne pêkan e. "
El-Erec, destnîşan kir ku diyalog li herêmên Bakurê Sûriyê bi însiyatîfa hindek hêzên niştîmanî wek MSD`ê destpê kiriye û wiha axivî: “ MSD`ê li Eyn Îsayê gelek diyalog pêk anîn a herî dawî jî li Kobanê bû. Di Komxebata Diyalogên Sûrî-Sûrî ya 27 û 28’ê Adarê li bajarê Kobanê pêk hat de, mijara nexşerêya çareserkirina aloziya Sûriyê hat nîqaşnkirin. Hemû beşdarên komxebatê diyar kirin ku Sûriye venagere rewşa beriya 2011’an. Nîqaş bi awayekî objektîf û baş birêve çûn. Her wiha hate xwestin ku Sûriyê veguhere welatekî demokratîk û pirreng. Navendîbûyîn êdî xizmeta gel nake.”
DIVÊ SÛRIYE BAWERIYÊ BIDE HÊZÊN NIŞTIMANÎ
El-Erec, têkildari pêwîstiya lihevkirina tevahiya hêzan; opozîsyon, rêjîma Sûriyê û hêzên din xwest ku niqaş li Şamê dest pê bike û wiha berdewam kir: "Divê ev nîqaş ji Şamê destpê bike. Divê rêjîma Sûriyê garantî bide hêzên niştîmanî yên ku beşdarî diyalogê dibin da ku bi azadî nêrînên xwe rave bikin. Divê tevahiya hêzên niştmanî beşdarî Cinev, Soçî û Astanayê bibin. Hindek hêzên niştîmanî di nav de MSD`ê ji wan civînan hatibû bi dûrxistin."
El-Erec, destnîşan kir ku opozîsyona Sûrî mîna Rejîmê tiştek nû ji gelê Sûriyê re pêşkêş nekir û wiha lê zêde kir: “Berovajî wê ji Rêjîmê xirabtir bû û xizmeta Rejîmê kir. Eger tevahiya hêzan di bidawîkirina aloziyê de cidî ne, divê diyalogek neteweyî ku mafên gelê Sûriyê misoger dike û nexşeriyeka Sûriyeya nû, demokratîk û nenavendî xêz dike, destpê bikin. Gelek nîqaş li ser guhertina destûra Sûrî têne kirin. Wek Hevalbendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûriyê em hewl didin ku sazûmaniya Rêjîmê û destûran biguherin. Lê bi şerta ku destûra Sûriyê ji aliyê dewletekê ya jî ajandeyekê neyê amadekirin."
‘IDLIB ALOZ E '
El- Erec girêdayî mijara Idlibê, li herêmê siyaseta Rûsya û Tirkiyê, bi taybet piştî bi têkçûna çeteyên DAIŞ`ê nirxand û wiha pêde çû: “Gelek dosya hîna çareser nebûne. Yej ji wan bidawîkirina rêxistinên terorîst li Idlibê ye. Di encama lihevkirina Astanayê de şêniyên Efrînê hatin koçberkirin, çete ji Şam, gundewarê wê û herêmên din ber bi Idlib û Efrînê ve hatin kişandin. Tirkiyê teror li gorî ku soz daye bi dawî nekir. Dema Tirkiyê di hewldanên xwe yên qutkirina Bakurê Sûriyê de têk çû, neçar ma ji Idlibê bi awayekî şeklî vekişe. Wisan da nîşan ku bi çeteyên ku destekê dide wan re şer dike. Idlib radestî Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra berê) kir. Piştî ku Tirkiyê Idlib radestî Heyet Tehrîr El-Şam kir û nikarî êrîşî Bakurê Sûriyê bike vê carê propogendeya destpêkirina êrîşan li Idlibê dike.”
‘DAIŞ LI IDLIB Û HELEBÊ YE'
El-Erec, bal kişand ser rewşa DAIŞ`ê û wiha got: "Tevi têkçûna DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîna rêxistinên terorîst xwe li hindek herêmên bakurê rojavayê Sûriyê asê kirine. Bi hebûna Tirkiyê ya li herêmê xeteriya wan rêxistinan hîna heye û êdî DAIŞ`ê li Idlib û bakurê rojavayê Sûriyê xuya dike. Dewleta misogerker û destekar li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine Rûsya ye. Ji ber wê divê Rûsya dosyaya rêxistinên terorsît û hebûna Tirkiyê li herêmê bi dawî bike. Em dibînin ku hebûna Tirkiyê li Sûriyê li hember lihevkirina gelê Sûriyê astengiyek û xeteriyek e. Dema danûstandin di navbera rêjîma Sûriyê û MSD`ê de destpê kir, Tirkiyê hewl da li hember lihevkirina her du aliyan bibe bend û asteng bike. Di Cinevê de Tirkiyê li hember nûnertiya hêzên niştîmanî ya Sûrî da ku bighêjin çareseriya alzoiya Sûriyî bûbû asteng. Ji ber wê ji bo bidawîkirina rêxistinên terorîst, pêkanîna lihevkirinên ku dê ji hêviyên gelê Sûriyê re bibin bersîv, vegerandina penaberan û rawestandina guhertina demografîk, divê Tirkiyê ji Bakurê Sûriyê vekişe yan jî were derxistin."
Koordînetorê Giştî yê Hevalbendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûriyê Ehmed El-Erec, heri dawî wiha got: "Ji bo çareseriya aloziya Sûriyê pêwîste hêzên niştimanî diyalogan destpê bikin. Nexşerêya çareseriya aloziyê dînin holê ku Sûriyek demokratîk, pirreng û nenavendî ava bikin."