NAVENDA NÛÇEYAN - Parazvana mafên mirovan Margaret Owen a 86 salî li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê dike.
Parêzera mafên mirovan û avakara înîsîyatîfa Peace în Kurdistan (Aştî li Kurdistanê) Margaret Owen ji bo hevgirtina çalakgerên ku ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirine, dest bi greva birçîbûnê dike. Owen a 86 salî ku mafên gelê Kurd diparêze û got: “Ji bo projeyên çavdêrî û lêkolînê ez gelek caran çûme Tirkiye û Sûriyeyê. Min bêedaletiya li wê derê bi çavê xwe dîtine. Herî dawî ez çûm serdana Leyla Guven a ku ji bo rakirina tecrîdê 146 roj in di greva birçîbûnê de ye. Abdullah Ocalan nûnerê rastîn ê gelê Kurd e û ji ber wê jî bêedaletiya li ser wî bandorê li her kesî dike. Ji bo çareseriyeke siyasî ya aştiyane, pozîsyona wî gelekî girîng e.”
Peace în Kurdistanê jî derbarê tecrîdê daxuyanî dabû û gotibû: “Abdullah Ocalan bi operasyoneke navneteweyî di 15’ê Sibata 1999’an de hate revandin û ji wê rojê heta îro tecrîdeke giran li ser wî heye. Ji sala 2011’an ve parêzer nikarin biçin serdana wî û ji sala 2015’an û heta niha jî tenê du caran hevdîtin bi wî re hatiye kirin. Ji bo protestokirina van şertên bêhiqûqî Leyla Guven di 7’ê Mijdara 2018’an de dest bi greva birçîbûnê kir û piştre li girtîgehan Tirkiyeyê 8 hezar girtiyan û li gelek bajarên cîhanê jî bi dehan çalakgeran dest bi greva birçîbûnê kirin. Tendirustiya çalakgeran hatiye asteke krîtîk lê çalakger diyar dikin, heta ku tecrîd ranebe ew tedawiyê red dikin. CPT jî herî dawîn di 28-29’ê Nîsana 2016’an de çûye serdana Îmraliyê lê Tirkiye di Adara 2018’an destûr da ku rapora li ser vê serdanê were eşkerekirin. Çalakger dixwazin ku CPT biçe serdana Îmraliyê.”
Peace di daxuyaniyê de diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê li 11 Portland Gardens, Harringay, London N4 1HU bi tevlêbûna Alî Poyraz, Nahîde Zengîn û Mehmet Yilmaz didome û Margaret Owen jî wê di 2’ê Nîsanê de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bibe.