STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevditin bike serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 20 salin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di hucreyê de tê girtin. Parêzerên Ocalan Raziye Turgut, Serbay Koklu, Îbrahim Bilmez û Mazlum Dinç bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 803’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 802 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û her tim bi hinceta “Muxalefeta hewayê heye" “Koster xera be ye" û “OHAL” heye serlêdana parêzeran red kir.