AMED – Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel ku li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye têkildarî encamên hilbijartinê got: “HDP’ê bi stratejiya xwe çarenûsa Tirkiyeyê ya 15 salan guhert.”
HDP’ê bi stratejiya xwe ya Îtîfaqa Kurd li bajarên herêmê dawî li polîtîkaya qeyûman anî û li bajarên rojavayê Tirkiyeyê jî bi stratejiyek balkêş hilbijartinê bi Îtîfaqa Cumhur da windakirin. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel ku ji 8’ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye encama hilbijartinê nirxand.
‘BI DERÛNIYA DAGIRKIRINÊ ÇÛN HILBIJARTINÊ’
Temel anî ziman ku îktîdar ji 2015’an vir ve bi aqilê şer kampanya hilbijartinê pêk tîne û di vê hilbijartina herêmî de kampanyayek herî dijwar bi gef û gûr birêve bir.
Temel da zanîn ku xebata hilbijartinê ya îktîdarê adeta wek dagirkirinê birêve bir û got: “AKP û MHP bi polîtîkayên xwe yên şer û qeyûman li Kurdistanê ji ber ku rûxandinên mezin li pey xwe hiştin bi derûniya dagirkirinê çûn hilbijartinê. Li Kurdistanê AKP û MHP bi tunekirina siyaseta kurd hemû derfetan serferber kir. Li Tirkiyeyê jî êrîşa her dijwar û dagirkirinê li dijî HDP’ê pêk hat. Heke partiyek din bûya niha ji zû ve deriyên xwe qefle kiribû û çûbû. Tevî zextên giran jî HDP di pozîsyona partiya ku çarenûsa Tirkiyeyê diyar bike de bû. HDP vê rola xwe leyîst û tevî van hemû êrîşên giran jî li ber xwe da û bi ser ket.”
‘HDP ÇARENÛSA 15 SALAN A TIRKIYEYÊ GUHERT’
Temel destnîşan kir ku encama derket holê hat nîşandan ku gel li dijî hemû şixulandina derfetên dewletê jî xwedî li îradeya xwe derket û got: “Ji Botanê heta Serhedê dewletê hemû derfetên xwe bikar anî. Li Şemzînan, Dihê, Şirnex û Qilebanê hemû derfetên xwe xistin dewrê. Dewletê yanî îktîdarê bi esker û polîsan navçe û bajaran dagir kir û carek din şaredariyên me desteser kir. Li Tirkiyeyê jî îradeya li dijî êrîşan li ber xwe da gihîşt serkeftinê. Di serkeftina Enqere, Stenbolê, Edene û Mêrsînê û bajarên din para HDP’ê zêde bû. Gelên Tirkiyeyê di ferqa vê yekê de bû. AKP-MHP jî vê yekê baş dizane. Bi rêbazên qirêj hin navendên HDP’ê bi dest xistin lê HDP’ê jî bi stratejiya xwe ya siyasî û pênagava li pêş xist çarenûsa Tirkiyeyê ya 15 salan guhert.”
MA / Ozgur Paksoy