ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, encamên hilbijartinê nirxandin û diyar kir ku gel peyama "li gor qanûnan tev bigerin" daye. Turkdogan, destnîşan kir ku divê qanûna bingehîn bê guherandin û tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe.
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, encamên hilbijartina 31'ê Adarê nirxandin. Turkdogan anî ziman ku wî li cih hilbijartin şopand û îhlalên pêk hatin tespît kirin. Turkdogan, destnîşan kir ku wî berê fikarên ku hilbijartinek adîl û durust pêk neyê parve kir û wiha got: "Ji ber ku hem pirsgirêka pergalê ya esasî heye. Hem jî îktîdara AKP û MHP'ê hemû derfetên dewletê xistiye kontrola xwe. Zimanê gef û nifrînê zerar da hilbijartinê. Tirkiye di bin siya rejîma otorîter de ket hilbijartinê. Gelê Tirkiye helwesta xwe nîşan da. Hilbijartina niha hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an bibîr xist. Gelê Tirkiye helwesta xwe ya aştî, demokrasî û biratiyê nişan da. Peyek zelal a aştiyê da AKP û MHP'ê. Lê mixabin 2 partî jî bi qasî gel peyamê dide baş analîz nakin û fam nakin. Encam hilbijartina 7'ê Hezîranê nehat qebûlkirin. Serokomar bi xwe ev encam red kir. Piştî 24'ê Hezîranê Tirkiye ket pêvajoyek pir xeter û bi tirs. Di 31'ê Adarê de gelê Tirkiye dîsa bi israr û baldarî tevî hemû astengiyan peyama aştiyê da.
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, encamên hilbijartinê nirxandin û diyar kir ku gel peyama "li gor qanûnan tev bigerin" daye. Turkdogan, destnîşan kir ku divê qanûna bingehîn bê guherandin û tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe.
Turkdogan, anî ziman ku îtîfaqa AKP-MHP'ê zimanê nifrînê pêş dixe, lê gel vê yekê êdî qebûl nake û wiha got: "Tu wateya gotina îktîdarê ya ‘beka’ nema ye. Gelê Tirkiye dixwaze ku pirsgirêka Kurd bi aştî û demokrasiyê çareser bibe. Gelê Tirkiye alîgirê çareseriyê ye. Di 2013'an de 62 mirovên aqîl li hemû Tirkiye geriyan û rapor amade kirin. Ew rapor di destê Îktîdarê de ye. Di raporê de gelê Tirkiye dixwaze pirsgirêka Kurd bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bibe. Ji 7'ê Hezîranê gelek hilbijartin pêk hatin. Fikr û daxwaza gel nehat guhertin. Divê êdî Erdogan vî wêneyî baş fam bike. Ger ku Kurd di şer de israr bike wê demê pirsgirêka 'Beka' derdikeve holê."
'SITRATEJIYA HDP'Ê SERKEFTÎ BÛ'
Turkdogan, anî ziman ku stratejiya HDP’ê ya siyaseta demokratîk serkeftî bû û wiha lê zêde kir: "Stratejiya HDP’ê ya 'Em Li Kurdistanê bi ser bikevin û li Rojava bidin windakirin' bi ser ket. Hilbijêran guh nedan gotinên Erdogan û helwesta xwe nîşan da.
‘DIVÊ PARTIYÊN SIYASÎ ÊDÎ BIFIKIRIN'
Turkdogan, anî ziman ku stratejiya HDP'ê li Tirkiye pêvajoyek nû da destpêkirin û wiha berdewam kir: "Vê stratejiyê ji rêveçûna Tirkiye re got raweste. “Ji ber vê yekê divê hemû partî encama hilbijartinê baş analîz bikin û baş bifikrin. Helwesta gel a aştî û demokrasiyê pir girîng e. Gel nîşan da ku îtîfaqa AKP û MHP'ê bê bingeh e. Nişan dan ku êdî ev îtîfaq nameşe. Ev îtîfaq li ser nîjadî û muslumanên sunnî hatiye avakirin. Ev bîrdozî êdî nameşe. Divê xwe demokratîk bikin."
'LI ŞIRNEXÊ LÎSTIKA POLÎS Û ESKERAN HEBÛ'
Turkdogan, bal kişand ser lîstik û hîleyên dewletê û wiha got: "Dema em li gotinên Serokomar Erdogan û Dewlet Bahçeli dinerin, em dibînin ku bi dengê esker û polîsan bajarên Rojhilat û Başûrê Tirkiye bi dest xistine. Li Şirnexê bi dengê hezaran esker û polîsan şaredarî stendin. Li agiriyê jî bi gelek hîle û tîstikan hilbijartin bi dest xistin. Hilbiartin di nava rewşek azad û demokratîk de pêk nehat."
'RÊYA DEMOKRASIYÊ VEBÛ'
Turkdogan, bang li partiyên ku demokrasiyê diparêzin kir û wiha got: "Divê êdî destê ku HDP’ê dirêji kiriye li hewa nehêlin. Gel di sindoqê de rê nîşanî partiyan da. Dema em encamên li Mêrsîn, Edene, Enqere û Stenbolê analîz bikin gel nîşan dide ku partî di kijan rêyê de bimeşin. Rêya yekîtiya demokratîk nîşan daye. Bi taybetî divê CHP encama derketiye holê baş binirxîne. Divê êdî HDP'ê wêde nekin. Divê ji nûve rêya aştiyê vekin. Divê bi lez dest bi rêya çareseriyê bikin. Ji bo vêyekê jî divê berî her tiştî qanûna bingehîn ji nûve saz bikin. Encama vê hilbijartinê ya herî mezin gelê me guhertina Qanûna Bingehîn ya di 16'ê Nîsana 2017’an de hat guhertin qebûl nekir. Divê bi lez hiqûqek hevpar bê avakirin, mafê perwerdehiya zimanê zikmakî bê mîsogerkirin. Divê teqez rêgeza rêveberiya herêmî ji nûve bê sazkirin. Divê teqez astengî û qedexeyên li ser azadiya îfade û azadiya rêxistinbûnê rakin.
DIVÊ BI LEZ TECRÎDÊ BIKIN ROJEVA XWE Û ÇARESER BIKIN
Ez dixwazim balê bikişînim ser tecrîdê jî. Leyla Guven û bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne. 3 parlamenterên HDP'ê di grevê de ne. Li gelek welatên cîhanê bi sedan kurd di grevê de ne. Ger ku qanûnek înfazê ya Tirkihe hebe, divê vê yekê li Îmraliyê jî pêk bînin û tecrîdkirina Abdullah Ocalan bikin rojeva xwe. Divê îktîdar û wezareta dadê tecrîdê bikin rojev û çareser bikin. Gel peyamên pir zelal dide. Divê êdî îktidar vê peyamê rast bixwînin û fam bikin.
MA / Zemo Aggoz