AMED – Partiyên kurd ên di bin sîwana HDP’ê de îtîfaqa hilbijartina xwecihî ava kirin, diyar kirin ku encama hilbijartinê da nîşandan ku îtîfaq bi erênî hatiye pêşwazîkirin û nasnameya kurd bi ser ketiye û peyama berdewama îtîfaqê dan.
HDP bi stratejiya li bajarên herêmê bi îtîfaqa kurd û li rojavayê Tirkiyeyê jî bi AKP-MHP’ê bide windakirin xwe ji bo hilbijartinên xwecihî amade kir. HDP’ê 3 jê bajarê mezin, 5 jê bajêr li 46 navçeyan hilbijartinê bi dest xist. Nûnerên partiyên kurd ku di îtîfaqê de cih girtin encama hilbijartinê nirxandin û peyama berdewama îtîfaqê dan.
ÇÎFTYUREK: DIVÊ EM BERÊ AWÊNEYÊ BIDIN XWE
Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek anî ziman ku Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan seranserî pêvajoya hilbijartinê bi gotinên nefretê dijminî afirand û bi vê yekê re jî hemû derfetên dewletê bikar anî. Çîftyurek da zanîn ku Erdogan di xebatên xwe yên hilbijartinê bi dijminahiya kurdan birêve bir û got: “HDP û îtîfaqa Kurdistanî li dijê partiay dewletê yanî AKP’ê têkoşiya. AKP di vê hilbijartinê de li dijî kurd û desteftiyên kurdan xwe ji bo hilbijartinê amade kir. Bi xebatek taybet a dewletê ya li ser bajarên sînor stratejiyek wan hebû. Li ser Riha, Şirnex û Colemêrgê planan kirin. Me dît ku ev plana AKP’ê bi bandor bû. Divê em jî qebûl bikin ku xebata me li dijî stratejiya wan hinek kêm ma. Aliyên ku em biçin li ber awêneyê jî li xwe binêhirin heye. Yanî em berê awêneyê bidin xwe. Stratejiya şer a îktîdarê li ser navçeyên Kurdistanê bi bandor bû. Tevî van hemûyan jî dîsa serketin a HDP’ê ye. Ji niha şûn ve jî divê îtîfaqa me berdewam bike ku ji yekîtiya neteweyî re bibe bingeh.”
KAMAÇ: ÎTÎFAQ DI NAVA GEL DE ERÊNÎ HAT BERSIVANDIN
Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç jî diyar kir ku di xebatên hilbijartinê de li dijî HDP’ê û gelê kurd zext zêde bûn û li herêmê hilbijartin di rewşa awarte de pêk hat. Kamaç bal kişand ser îtîfaqa partiyên kurd û got: “Îtîfaqa me di nava gel de erênî hat pêşwazîkirin. Serkeftina hilbijartinê nîşaneya vê yekê ye. Polîtîkaya qeyûman vala hat derxistin. Wê îtîfaqa me bi hilbijartinê re sînor nemîne. Me bi vî îtîfaqê bingeha yekîtiya neteweyî avêt.”
‘HDP HINDIK BE JÎ FAŞÎZMÊ TÊK BIR’
Cîgirê Serokê Giştî yê Komeleya Şoreşgerî ya Demokratên Kurd (DDKD) Mehmet Veysî Askar jî da zanîn ku HDP’ê li bajarên herêmê serkeftinek girîng bi dest xistiye û got: “Serkeftina li dijî polîtîkaya qeyûman gellek girîng e. Destkeftiyek hêja û girÎng e. Hin destkeftî ji dest çûn lê bes ev jî encama polîtîkayên zexdar ên dewletê ne. Armanca îtîfaqa me jî ew e ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd pêk bê. Hindik be jî pêk hat. Hedefa pêşiya me ew e ku ev yekîtî berfireh bibe. Divê hemû partiyên kurd berpirsyariyê bigirin ser milê xwe. Serkeftina CHP’ê ya li rojavayê Tirkiyeyê jî hêza HDP’ê bû. Stratejiya HDP’ê ya li rojavayê Tirkiyeyê faşîzmê têk bir.”