* Li Wanê malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de gotin: "Zarokên me li ber xwe didin, em dengê xwe bilind bikin."
* Gelê kurd, bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, amadekariya meşa "ber bi rojê ve" dike. Heta niha her cara ku rêya gundê Amarayê yê Ocalan vebûye li welat bayê aştiyê hêl bûye û her cara ku rê hatiye girtin jî pevçûn, çewisandin, şidet û mirin pêk hatine.
* Parlementera CHP'ê ya berê Melda Onûr, diyar kir ku stratejiya HDP'ê gihaştiye armanca xwe û got: "Wê şaredarîvaniya demokrat ji niha û pê ve têkeve ezmûneke girîng. Ev 4 sal pir muhîm e. Divê bi awayekî pir baş xwe bigihîne 2023'yan. Ev partî bi şaredariyan hat û înşelleh wê bi şaredariyan jî biçe."
* Nivîskar-dîrokzan Erdogan Aydin, diyar kir ku polîtîkaya HDP'ê ya li rojavayê welat bû sedema ku bajarên rojavayê welat bêhnê bistînin û got: "Eger îktîdar peyama hilbijartinê negire, wê encam bibe felaket."
* Agît Tekîn ku li Girtîgeha Tarsûsê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, ragihand ku îdareya girtîgehê ji bo girtî çalakiya xwe bi dawî bikin bi ser wan de tê û got: "Dixwazin em dev ji çalakiya xwe berdin. Lê belê heta daxwaza me neyê qebûlkirin wê çalakiya me dewam bike."
* Endamê Meclîsa Partiyê ya CHP'ê Erdal Aksunger, diyar kir ku stratejiya HDP'ê li rojavayê welat tesîreke baş kiriye û hilbijêrên kurd xwedî roleke diyarker bûne û divê êdî zimanê aştî û jiyana bi hev re derkeve holê.
* Aktivîst Olmo Perînî ku ji bo hilbijartinê bişopîne ji Îtalyayê hat, destnîşan kir ku hilbijartin di bin zext û zoriyan de dest pê kiriye û got: "Li herêmên hilbijartin kesên çekdar hebûn. Ev nîşaneya pêkanînên antîdemokratîk e."
* Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, encamên hilbijartinê nirxandin û diyar kir ku gel peyama "li gor qanûnan tev bigerin" daye. Turkdogan, destnîşan kir ku divê qanûna bingehîn bê guherandin û tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe.
* Partiyên kurd ên di bin sîwana HDP’ê de îtîfaqa hilbijartina xwecihî ava kirin, diyar kirin ku encama hilbijartinê da nîşandan ku îtîfaq bi erênî hatiye pêşwazîkirin û nasnameya kurd bi ser ketiye û peyama berdewama îtîfaqê dan.
*Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bike dê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bidin. (11.00)