AMED – Hin kesên nasnameya wan nediyar êrîşî Şaredarê Şankûşê ya Amedê Alî Suat Akmeşe yê ji Partiya Saadetê bi ser ket kirin. Akmeşe ku gule lê ketin birîndar bû.
Li Navçeya Şankûşê ya Amedê Alî Suat Akmeşe ji Partiya Saadetê bi ser ket û li gorî encamên nefermî bû şaredar. Hin kesên nasnameya wan nediyar bi çekê êrîşî Akmeşe û xizmên wî kirin û birîndar bûn. Piştî bûyerê êrîşkar ji cihê bûyerê reviyan.
Akmeşe û xizmên wî bi ambulansa asîmanî rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û tên dermankirin.