AMED – Navenda Çandê ya Cegerxwîn kut ê îdakirin dewrî Miduriyeta Perwerdehiyê ya Gel hat kirin tê valakirin.
Navenda Çandê ya Cegerxwîn ku girêdayî Şaredariya Peyasê ye tê îdakirin ku tahsîsî Miduriyeta Perwerdehiyê ya Gel hatiye kirin. Navenda Çandê du roj berê ji aliyê qeyûm ve hatibû talankirin. Alavên teknîkî yên li Cegerxwînê hatibûn rûxandin. Piştî hilbijartinê yanî îro jî eşyayên li Cegerxwînê hatin derxistin û li kamyonan bar kirin. Sedemê barkirina van eşyayan nehat zanîn.