MÊRDÎN – Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê 30 girtiyên ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de bûn sewqî girtîgehên cuda hatin kirin.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê 30 girtiyên ji 1’ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne sewqî girtîgehên cuda kirin. Di nava girtiyên hatin sewqkirin de girtiyên ji doza Nisêbînê tên darizandin jî hene.
Rojnameger Ugur Akgul, Abdulkadîr Turay û Çetîn Kurşun jî di nav de 142 girtî ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di greva birçîbûnê de ne.