AMED – Amedê bi serkeftina dengên xwe bersiv da polîtîkayên qeyûm. Amedî derketin kolanan û heta nîvê şevê serkeftina xwe bi coşek mezin pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de rakirina tecrîdkirina Ocalan û desteka ji bo çalakgerên greva birçîbûnê mohra xwe li rojevê da.
Pêvajoya hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê bi peyam û gefên hişk û dijwar derbas bû. Duh li Tirkiyeyê bi deh milyonan çûn ser sindoqan û deng dan. Di hilbijartinê de gellek hîle û rêbazên li dij hiqûqê pêk hatin. Îtîfaqa Cumhur a AKP’ê û MHP’ê li bajarên wek Stenbol, Enqere, Îzmîr, Antalya, Mêrsîn û Edeneyê û gellek navendên din hilbijartinê winda kir û ji sala 2002’an vir hilbijartina ku herî zêde AKP’ê rastî têkçûnê hat ev hilbijartin bû. Têkçûyîna AKP’ê di axaftina Serokkomar Erdogan a şaneşînê ku jê re bûye wek kevneşopî jî xwe da der.
STRATEJIYA HDP’Ê YA BI SERKEFTÎ
Di vê têkçûyîna AKP’ê de para herî girîn û stratejiya herî girîng bêguman a siyaseta kurd ango HDP’ê bû.
HDP’ê xwe bi stratejiya li bajarên herêmê dawî li polîtîkayên qeyûman bînin û li rojavayê Tirkiyeyê jî hilbijartinê bi AKP-MHP’ê bidin windakirin amade kir. Tevî hemû hîle û veguhezandina hilbijêrên ji hezaran polîs û esker pêk tê her çiqas HDP’ê li Şirnex û Dersimê winda kiribe jî lê li Qers û Îdirê bi ser ket û li gellek deverên din rêjeya dengên xwe parast û zêde kir û bi ser ket.
GEL BERSIV DA POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê
Tevî hemû gef û gotinên AKP’ê yên li dijî HDP’ê jî gel xwedî li îradeya xwe derket û polîtîkayên AKP’ê vala derxist. Bi taybetî li navenda siyaseta kurd li Amedê li gorî encamên nefermî ji sedî 62 HDP bi ser ket. HDP bi vê serkeftina xwe peyamê dide gellek tiştan.
DI SINDOQAN DE HÊRS DERKET
Hikumetê diyaloga li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bidawî kir. Di 5’ê Nîsanê de hevdîtina li gel Ocalan qedand û tecrîdkirinê da destpêkirin. Pişt re pêvajoya şer hat destpêkirin. Qedexeyên derketina derve li bajar, navçe û gundan hat îlankirin. Ev qedexe hêj didomin. Gellek navçe hatin hilweşandin û kevir li ser kevirê nema. Hikumetê qeyûm tayînî 98 şaredariyên DBP’ê yên wê demê kir. AKP ango îktîdarê li dijî HDP’ê dest bi operasyonên girtinê kir û Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên serdema berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDP’ê, hevşaredarê DBP’î, siyasetmedarên kurd girtin. Bi hezaran karkerên di şaredariyan de dixebitîn ji aliyê qeyûman ve ji kar hatin derxistin. Her wiha war û cihên cîrokî û çandî hatin rûxandin. Van hemû kirinên hikumetê hêrsek mezin di dilê gelê kurd de vekiriye.
NEWROZÊ SERKEFTINÊ NÎŞAN DABÛ
Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 8’ê mijdara 2018’an de dest bi greva birçîbûnêk ir û di roja 145’emîn de didomîne. Piştî Guven ev çalakî li gellek deverên dinyayê û girtîgehên Tirkiyeyê belav bû û didome. Hêrsa li dijî bêdengiya hikumetê ku ji bo daxwaza çalakgeran gav neavêt di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û Newrozê de xwe da nîşandan. Hêrs û girseyên gel encama hilbijartina li herêmê jî da nîşandan.
GEL GOT: JI TECRÎDÊ RA NA
Encama derket holê da nîşandan ku gel tecrîdkirina Ocalan naxwaze û xwedî derketina çalakgerên greva birçîbûnê jî qîr kir. Gel got dengên girtiyan bibîhîzin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî peyama encama hilbijartinê li Amedê da û got divê hikumet tekane rêyek bifikire ku êdî gel tecrîdê naxwaze.
GEL PEYAM DA CÎHANÊ
Gel bi dengdana xwe peyam da her devera cîhanê. Gel piştî serkeftina HDP’ê ya li bajarên herêmê daket kolanan û bi coşek mezin pîroz kir. Yek ji van navendaên girîng jî Amed bû. Piştî ku li Amedê jimartina dengan xelas bû û teqez bû ku HDP bi ser ketiye bi deh hezaran amedî derketin kolanan û herikîn ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê. Girseya ku bi li ber HDP’ê kom bûn piraniya wan ji ciwanan pêk dihat. Bi hezaran kes bi coş û kêfa xwe xwedî derketina partiya xwe nîşan da.
‘EM LI VIR IN Û TECRÎDÊ RAKIN’
Bi hezaran kesên kom bûn hemû dorpêça polîsan a ku bi mehane li derdora avahiya HDP’ê jî qewirand û dorpêçê rakir. Gel heta derengiya şevê bi berzkirina diruşmên ji bo greva birçîbûnê û Ocalan pîrozbahiyan li dar xist. Welatiyan posterên Ocalan hildan û kêliyek jî hêrs û coş li qadê bêdeng nebû. Piştî pîrozbahiya li ber avahiya HDP’ê bi hezaran ciwan dest bi meşê kirin û dema meş gihîşt ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dirûşman berz kirin û xwedî li çalakgerên greva birçîbûnê derketin. Gel bi payam û hêrsa xwe ya da nîşandan got “em li vir in” û divê dawî li polîtîkaya tunekirina kurdan bê û tecrîdkirina Ocalan demildest bi dawî bibe.
MA / Ozgur Paksoy