AGIRÎ - Çalakgerê greva birçîbûnê Umut Çamlibel ê 107 rojin li dijî tecrîdê li Girtîgeha Kandira di greva birçîbûnê de ye bang li her kesî kir ku li dora têkoşînê bibin xelek û wiha got: "Bêyî ku me hêj bedelên giran nedane ez bang li gelê me, rêxistinên demokratîk û sivîl dikin ku li dora vê têkoşînê bibin xelek."
Çalakiya greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger ku Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê mijdara 2018'an de dest pêkir, hem li hundir û hem li derve belav dibe û berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê 145 roj in didome. Bi hezaran girtiyên siyasî li girtîgehê û bi dehan siyasetmedar li derve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Yek ji girtiyên girtîgehê yên li dijî tecrîdê têdikoşe jî Umut Çamlibel e. Çamlibel ku li Girtîgeha Tîpa F-1 a Kandira li ber xwe dide 107 rojin di grevê de ye.
Çamlibel ku ji Bazîdê ye, dema li Zanîhgeha Harranê pola 4'an a beşa Înşaetê dixwend, Çamlibel ku di bin navê "Operasyona KCK"ê de hat girtin, bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê ye" rastî 18 sal cezayê girtîgehê hat. Piştre cezayê wî hat xerakirin û bi îdîaya "Endamtiya rêxsitinê rastî 12 sal ceza hat. Çamlibel ku ji sala 2010'an heta niha girtî ye, li Girtîgehên Meletî, Semsûr, Înebolu, Kastamonu û Kandira girtî ma.
Çamlibel ku li girtîgeha Tîpa M a Înebolu dima, di 2'ê Sibata 2016'an de sewqî Girtîgeha Tîpa F-1 a Kocaeliyê hat kirin. Çamlibel, bi hinceta pirtûka “Topraksızlar” 5 perçe nivis pêre ne, doz li wî hat vekirin. Çallibel li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kocaelî, di sala 2017'an de hat darizandin û vê carê rastî 6 sal û 3 meh ceza hat.
EM DÊ BERXWEDANÊ BERDEWAM BIKIN
Çamlibel, bi riya malbate agahî şand û diyar kir ku ewê têkoşîna xwe berdewam bikin. Çamlibel, di peyama xwe de bang li saziyên civakî û demokratîk kir ku li dora tekoşînê bibin xelek û wiha got: "Em têkoşina xwe bi vînek pir mezin berdewam dikin. Moral û motîvasyona hemû hevalê me gelek baş e. Heta ku daxwaza me pêk bê û tecrîd bi dawî bibe, em dê bi moral û baweriyek mezin têkoşina xwe berdewam bikin. Bedelê wê çi dibe bila bibe emê têkşîna xwe bidomînin. Bila şika tu kesî tune be ku emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Bila şika tu kesî tune be. Bila dost û dijmin zanibe ku heta tecrîd rabe emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji îro û şûnde em vê tecrîdê qebûl nakin. Em ê bi berxedana xwe bi ser bikevin. Ji ber ku em mafdar in. Em hêza xwe ji mafdariya xwe distînin. Divê her kes li dora vê berxwedanê bibin xelek û glok. Bêyî ku me hêj bedelên giran nedane ez bang li gelê me, rêxistinên demokratîk û sivîl dikin ku li dora vê têkoşînê bibin xelek. Heta tecrîd rabe emê têbikoşin."