COLEMÊRG - HDP li Colemêrgê di Hilbijartina Rêveberiya Herêmî ya 31'ê Adarê de bi rêjeya ji sedî 60 bi ser ket. Gel ji qeyûmê re got Na.
HDP, li bajarê Colemêrgê ku qeyûm tayînî şûna hevşaredarên wan hatibû kirin di Hilbijartina Rêveberiya Herêmî ya 31'ê Adarê de bi ser ket. HDP'ê ji sedî 60 deng wergirt û bi ser ket. Gelê Colemêrgê ji Qeyûm re got "Na" û li dijî Qeyûm ê di 12'ê Îlona 2016'an de tayînî vîna wan kiribû re got "Na" Gel Hevşaredarên HDP'ê yên Colemêrgê Cihan Karaman û Seher Kadiroglu Ataş hilbijart û dîsa pergala hevşaredariyê bi rêya ji sedî 60 bi ser xist. AKP'ê jî ji sedî 33 deng stend.