ENQERE - YSK'ê di nîv saeta dawî de dane û agahiyên hilbijartinê yên der barê HDP û CHP’ê de qut kir. HDP'ê têkildarî mijarê serî li YSK’ê da, lê YSK'ê heta niha bersîv nedaye
Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK), li gorî zagonê diviya bû kêlî bi kêlî agahî û daneyên hilbijartinê ji partiyan re bişandiya. Lê di nîv saeta dawî de daneyên hilbijartinê ji ser Partiya Demokratîk (HDP) û Partiya Gel a Komarê (CHP)'ê qut kir. Berdevkê CHP'ê Faik Oztrak, diyar kir ku YSK'ê dane ji ser wan qut kirine. Ozturk, diyar kir ku di jimartina dengan de qutkirina daneyan ne asayî û ne rast e. Rêveberên HDP'ê jî têkildarî mijarê serî li YSK’ê dan. Lê hat zanîn ku heta niha HDP'ê tu agahî ji YSK'ê neirtiye. Namzeta Çankaya ya HDP'ê Filiz Kerestecîoglu li gel rêveberên partiyê diçin YSK'ê.