ENQERE – YSK'ê qedexeya weşanê danî ser televîzyonên nêzî îktîdara AKP’ê. YSK, diyar kir ku der barê van weşanan de serlêdana sûc kiriye.
Weşanen nêzî hikûmetê Yenî Şafak, A Haber, Hurriyet, CNN Turk, NTV, Sozcu, Haberturk û gelek weşanên înternetê encama hilbijartinê dan. Li gorî biryara Lijneya Hilbijartinê ya Waşê (YSK) heta saet 21.00’an saziyên medya divê encamê nede. YSK, der barê saziyên weşanê yên qedexe îhlal kirin de li RTUK'ê serlêdana sûc kir. Li aliyê din hat diyar kirin ku qedexe dê saet di 19.15'an de bi dawî bibe