NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Azezê ya Sûriye hêzên çekdar yên li herêmê bi hawanê êrîşî yekîneyên "Zeytin Dali Harekati" kirin. Di êrîşê de eskerekî TSK'ê jiyana xwe ji dest da û eskerek birîndar bû. Wezareta Parastinê diyar kir ku di êrîşê de eskerekî wan jiyana xwe ji dest da û eskerek birîndar bû.
Li Navçeya Azezê di navbera hêzên herêmê de şer derket. Di êrîşa bi hawanê de eskerekî TSK'ê jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû. Eskerê 21 salî yê bi pere Mustafa Ergen ê ji Aksarayê di êrîşê de jiyana xwe ji dest da.
Bûyer li herêma Melkiye ya di navbera Azez û Efrînê de pêk hat. Di êrîşa bi hawanê de eskerekî jiyana xwe ji dest da û eskerek jî birîndar bû. Eskerê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kîlîsê. Cenazeyê esker jî rakirin morga Nexweşxaneya Kîlîsê.
Wezareta Paratinê têkildarî mijarê daxuyanî da. Wezaretê diyar kir ku li herêmê di navbera hêzên bi çek û "Zeytin Dali Harekâtê" de şer derketiye. Wezaretê anî ziman ku di êrîşa bi hawan de eskerekî wan jiyana xwe ji dest daye û eskerekî wan birîndar bûye. Wezaretê anî ziman ku eskerê jiyana xwe ji dest da rakirin morga nexweşxaneya Dewletê ya Kîlîsê û eskerê birîndar jî rakirin heman nexweşxaneyê û di bin tedawiyê de tê dermankirin