NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş di hesabê xwe yê twîtterê de bang li gel kir ku biçin dengên xwe bikar bînin û xwedî li sindoqan derkevin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin di hesabê xwe yê twîtterê de peyamek parve kir. Demîrtaş banga deng bikaranînê li gel kir û bi peyamê re wêneyê çûkek xêz kiriye jî parve kir.
Peyama Demîrtaş wiha ye: “Merhaba, hûn çawa ne? Em diçin ser sindoqan ne wisa? Teqez dengên xwe bikar bînin. Heta jimartin jî xelas bibe ji kerema xwe xwedî li sindoqan derkevin. Em encamên xweşik êvarê hemû bi hev re bişopînin û bi kêf temaşe bikin. Ez dixwazim wêneyek min xêz kiriye jî bi we re parve bikim. Bi hêviya sibê hin bêtir xweşttir bibe…”